Çeteyan zêdeyî 20 caran agirbest binpê kir
Êrîşên li ser bejahiya Hesekê û Kobanê dewam dikin; ev qadên bejahî gelek caran bi dron û topan hatin hedefgirtin. Çeteyan heya niha zêdeyî 20 caran agirbest binpê kir.
Êrîşên li ser bejahiya Hesekê û Kobanê dewam dikin; ev qadên bejahî gelek caran bi dron û topan hatin hedefgirtin. Çeteyan heya niha zêdeyî 20 caran agirbest binpê kir.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) diyar kir ku çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê êrişên xwe li dijî gundewarê Hesekê û Kobanê didomînin.
Navendê aşkera kir ku "Di êrişa drona komên Şamê li dijî gundê Mêleberiyê yê gundewarê parêzgeha Hesekê de 3 sivîl birîndar bûn."
Girêdayî mijarê li gundê Sefa yê başûrê Çilaxa pevçûn dewam dikin, çeteyan vê sibehê bi gelek dronan êrişî gund kir, di encamê de sivîl birîndar bûn.
Hemwextî wê, li dijî gundê Xirab Hişk û bajarê Çelebeiyê yên başûrê rojhilatê Kobanê êrişên dijwar ên bi hewldana ketinê hene, li asîman jî balafirên keşfê yên dewleta Tirk digerin.
Çeteyan li gundê Xirab Hişk li dijî malbata Bozan komkujiyek pêk anî, di encamê de 5 kes ji malbatê şehîd bûn û 5 jî birîndar bûn.
Çeteyên hikumetê heta niha zêdetirî 20 caran agirbest bin pê kirine. Ev yek berdewama siyaseta rageşiyê û êrişên li dijî sivîlan û herêmên wan nîşan dide.