ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şandeya Başûrê Kurdistanê: Armanca êrîşan ne tenê Rojava ye
Şandeya Başûrê Kurdistanê ku ev 2 roj e li Rojava ye, bi daxuyaniyek got “Armanc ne tenê Rojava ye, armanc Başûrê Kurdistanê, Iraq û ji wê mezintir e. Divê çalakiyên heyî taybet jî yên li Ewropa û Amerîkayê bidomin.” -
Alîkariya ji bo koçberan dewam dike
Welatiyên li bajarên Dêrik û Qamişloyê yên Kantona Cizîrê alîkariya ji bo koçberan dewam dikin. -
Li Helebceyê ji bo pêwîstiyên tenduristiyê yên li Rojava kampanya hate destpêkirin
Sendîkaya Karmendên Tenduristiyê ya Helebceyê, ji bo bersivê bide pêwîstiyên tenduristiyê yên li Rojava dest bi kampanya alîkariyê kir. -
Ciwanên ji Başûr û Rojhilat li eniyên şer in
Ciwanên ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê yên bersiv dan seferberiya giştî, bi şervanên azadiyê re li eniyên berxwedanê ne. -
Gelê Kobanê di salvegera rizgarkirina bajêr de meşiya
Gelê Kobanê di salvegera 11'emîn a rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAÎŞ'ê de meşeke girseyî lidar xist. -
Şervanê YPG'ê Azad Hesekê: Hêza me gel û hevalên me ye
Şervanê YPG'ê Azad Hesekê yê li eniya berxwedanê ya Hesekê ye got, "Em ji gelê xwe dixwazin ku li ser piyan bisekine, moral û manewiyata xwe mezin bikin. Em bi tenê nînin. Em bi gelê xwe re ne." -
Kongreya Îslama Demokratîk: Ol ji bo rewakirina êrîşan tê bikaranîn
Kongreya Îslama Demokratîk diyar kir ku ji bo rewakirina êrîşên leşkerî bi kar anîna ol, xeteriyek mezin e. -
Çeteyan bi dronan êrîş bir ser gundê Baqil ê Çilaxayê
Çeteyên dewleta Tirk, DAÎŞ û HTŞ’ê bi dronan êrîş bir ser gundê Baqil ê li başûrê Çilaxayê. -
QSD: Hogir Dêrik û hevrêyên wî destaneke berxwedanê ya nû nivîsandin
QSD’ê şehadeta 4 şervanên ku li eniya El Aliya-El Mekmen li ber xwe dan û pêşveçûna çeteyan rawestandin, ragihand. -
Şervanê Ereb Siwar Qamişlo: Em bi gelan bajarê xwe diparêzin
Şervanê Ereb Siwar Qamişlo ku li eniya Hesekê bi erka xwe radibe diyar kir ku ew bi hemû gelên herêmê li dijî êrişan parastinê dikin û got, "Kurd, Ereb û Suryan em li heman çeperê şer dikin." -
Li Kobanê arvan û sotemenî kêm maye
Meclîsa Aborî ya Kantona Firatê, ragihand ku ji ber şer û dorpêça li ser Kobanê arvan û sotemanî kêm maye. -
Mexdûrên komkujiya Xerab Hişkê: Ji bo Kobanê rabin ser piyan
Birîndar û xizmên ku komkujiya çeteyan a li gundê Xerab Hişkê yê Kobanê bang li her kesî kir ku tavilê ji bo Kobanê rabin ser piyan. -
Koçber: Li gel zor û zehmetiyan jî em ê li ber xwe bidin
Koçberên li bajarê Kobanê diyar kirin ku li hemberî êrişên dijmin ew ê bi xurtî têbikoşin û destnîşan kirin ku li gel zor û zehmetiyan jî wê li ber xwe bidin. -
Alîkarî radestî Heyva Sor a Kurdistanê hate kirin
Alîkariya ku ji bo Rojava li Çemçemalê hate komkirin radestî Heyva Sor a Kurdistanê hate kirin. -
Fermandarê berxwedana Kobanê: Em ê heta nefesa xwe ya dawî berxwe bidin
Ji xeta eniyeke kevn a şer, yek ji fermandarên manewî yên berxwedana Kobanê Îsmaîl Elî axivî û berxwedana ku bi serketinê bi dawî bû bi bîr anî û got ku îro jî bi heman bawerî û îradeyê em ê têkoşînê bidomînin. -
Êrîşên çeteyan ên li ser gundê Sefa hatin têk birin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker, HTŞ û çeteyên DAÎŞ’ê xwe yên li ser gundê Safa ji aliyê şervanên QSD, YPG û YPJ’ê ve bi temamî hatin tekbirin. -
Gelê Rojava kom bi kom û tabûran herêmên xwe diparêze
Şêniyên gund, bajarok û bajarên Rojavayê Kurdistanê, bi armanca parastina herêm û taxên xwe di seferberiyê de ne. -
ˋWê Kobanê li dijî terorê wekî sembola berxwedan û serkeftinê bimîneˊ
Şêniyên bajarên Amûdê û Dêrikê di salvegera rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞˊê de diyar kir ku wê Kobanê li dijî terorê bimîne sembola berxwedan û serkeftinê. -
Çeteyan carekî din êrîşî gundê Safa kirin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker û HTŞ’ê, li gundê Safa yê Çilaxayê carekî din êrîşî hêzên QSD’ê kirin. -
Xelkê Kobanê: Civaka navneteweyî berpirsê komkujiyên li Rojava ye
Xelkê Kobanê êrîş û komkujiyên ku çeteyên HTŞ-DAÎŞ û dewleta Tirk li dijî welatiyan kirine bi tundî şermezar kirin û diyarkirin ku civaka navneteweyî bi bêdengiya xwe berpirsiyar e. -
Mazlûm Abdî û Mesrur Barzanî, li ser veguhastina girtiyên DAÎŞ’ê axivîn
Fermandarê Giştî yê QSDˊê û serokwezîrê hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hewlên kêmkirina aloziyê û veguhastina girtiyên DAÎŞˊê bo Iraqê nîqaş kirin. -
ENKSˊê komkujiyên li Kobanê şermezar kir
ENKSˊê komkujiyên li dijî malbata Reşo Bozan Gedro û malbata Mistefa Osman Kiço li gundê Xirab Hişkê yê Kobanê şeremzar kir. -
Li Kantona Cizîrê saetên qedexeya derketina derve hat dirêjkirin
Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê, li ser bingeha parastina ewlehiya giştî û aramiyê, saetên qedexeya derketina derve li tevahî bajar û bajarokên kantonê dirêj kirin. -
Çetayan êrîşî Siwêdayê kirin, hêzên parastinê bersiv dan
Çeteyên HTŞ-DAÎŞ û dewleta Tirk, bi çekên giran êrîşî gelek herêmên Siwêdayê kirin. Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê bi lez bersiva da êrîşan. -
Şervanên YPG-YPJ’ê li Çelebiyê wesayîtekî zirxî îmha kirin û çeteyek kuştin
Şervanên YPGûYPJ’ê di çarçoveta xweparastinê de, wesayîtekî zirxî ya çeteyên DAÎŞ-HTŞ’ê yên ku êrîşî Çelebiyê kirin, îmha krin, komyonek derbkirin û çeteyek kuştin.