ˋWê Kobanê li dijî terorê wekî sembola berxwedan û serkeftinê bimîneˊ

Şêniyên bajarên Amûdê û Dêrikê di salvegera rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞˊê de diyar kir ku wê Kobanê li dijî terorê bimîne sembola berxwedan û serkeftinê.

Çalakavan û şêniyên bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê ji DAIŞˊê çalakiyek li dar xist, êrişên çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Şêniyan li Qada Jina Azad a Amûdê pankartên "Di salvegera rizgarkirina Kobanê de terorê êriş dike", "Bijî berxwedana Rojava" hildan û got wê Kobanê li dijî terorê bimîne sembola berxwedan û terorê. Bang li aliyên eleqedar û rêxistinên hiqûqî hat kirin ku bi erkên xwe yên rawestandina van binpêkirinan li dijî Kobanê û Rojava rabin.

DÊRIK

Ciwanên Dêrikê têkildarî êriş û komkujiyên ku çeteyên hikumeta demkî û artêşa dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd ê Rojava pêk tînin daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ew sûcên li dijî Kurdan ji Şêxmeqsûdê, heta bi Hesekê û Kobanê şermezar dikin.

Ciwanan bang li hêzên navneteweyî kir ku destwerdanê bikin, welatiyan biparêzin, rê li ber qirkirina irqî bigirin.