Mazlûm Abdî û Mesrur Barzanî, li ser veguhastina girtiyên DAÎŞ’ê axivîn

Fermandarê Giştî yê QSDˊê û serokwezîrê hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hewlên kêmkirina aloziyê û veguhastina girtiyên DAÎŞˊê bo Iraqê nîqaş kirin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî peywendiyek telefonê bi serokwezîrê hikumeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî re axivî. Di axaftinê de hewlên kêmkirina aloziyê û veguhastina girtiyên DAIŞˊê ji Sûriyê ber bi Iraqê ve hatin nîqaşkirin.

Mazlûm Ebdî li ser Xˊê spasiya piştevaniya berdewam a hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo Rojava kir û diyar kir ku ev yek ruhê hevkarî û berpirsiyariya hevbeş di van şert û mercên dijwar de nîşan dide.