ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Yekîtiya Suryaniyan a Ewropayê: Herêma Xabûr di bin gefeke nû de ye
Yekîtiya Suryaniyan a Ewropayê (ESU) diyar kir ku li herêma Xabûr a girêdayî wîlayeta Hesekê ya Sûriyeyê gelê Suryanî car din rû bi rûyê gefeke cidî ye û banga lezgîn li civaka navneteweyî kir. -
Hejmara koçberkiriyan zêde dibe
Hejmara koçberên Efrînî-Şehbayî yên ji Tebqa û Reqayê hatin koçberkirin zêde dibe. Pêwîstî bi piştevaniya bi koçberan re heye. -
SOHR: Kobanê bi temamî di bin dorpêçê de ye, trajediyeke mirovî heye
Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji bo Kobanê keleha berxwedanê ya di bin dorpêça dewleta Tirk û çeteyên HTŞ’ê de ye hişyariya ‘keraseta mirovî’ kir û bêdengiya civaka navneteweyî şermezar kir. -
Ciwanên ji Başûrê Kurdistanê: Werin tevlî berxwedana Rojava bibin
Ciwanên ji Başûrê Kurdistanê yên tevlî seferberiya giştî bûn, bang li ciwanên Kurdistanî hemûyan kirin ku tevlî berxwedana li Rojava bibin. -
Li Sirrînê şervan bersiveke tund didin êrişan: Gelek çete hatin kuştin, gelek jî hatin girtin
Li eniya Sirrînê şervanên QSD, YPG û YPJ bi tundî bersivê didin êrişên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk. Li gorî agahiyan di encama bersivdanê de gelek çete hatin kuştin, gelek jî hatin girtin. -
Ji bo pirsgirêka nan çênebe, firinên nû hatin vekirin
Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê ji bo pirsgirêka nan çênebe, li hemû bajar û bajarokên kantonê firinên vekir. -
Heyeta DEM Partî û DBP'ê li Rojava hevdîtinan dewam dike
Heyeta ji rêveberên DEM Partî û DBP'ê li Rojava danûstandinên xwe yên bi partiyên siyasî û saziyan re dewam dike. Heyet piştî nûnerên PYD û Kongra Star bi Meclîsa Yekîtiya Demokratîk re civiya. -
Rêveberiya Xweser: Êrîşên li ser Kobanê sûcê şer û qirkirin e
Rêveberiya Xweser diyar kir ku êrîşên li ser Kantona Cizîrê û Kobanê plankirî ne û çeteyên HTŞ’ê berpirsyar nîşan da. Rêveberiya Xweser li dijî van sûcan banga mudaxileya lezgîn kir. -
Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ji bo parastina sivîlan bang kir
Komîteya Xaça Sor a navneteweyî têkildarî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hişyarî da û ji bo parastina sivîlan û gihandina alîkariya mirovî bang kir. -
Çeteyan careke din êriş birin ser Girtîgeha Eqtanê
Çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ'ê vê gavê bi çekên giran careke din êrişî Girtîgeha Eqtanê ya li Reqayê dikin. -
Xelkê Kobanê: Em dev ji Kobanê bernadin
Şêniyên Kobanê anîn ziman ku wan çawa ku beriya niha çeteyên DAÎŞ’ê têk birin, ew ê vê carê jî wan têk bibin. -
Şervanên li Hesekê li dewriyeyê digerin: YPG-YPJ bi şev û roj di nobedê de ne
Îdîayên "Hesekê hate bidestxistin" ên dewleta Tirk û çeteyên HTŞ'ê yên li ser medya dîjîtal pûç bûn. Di dîmenan de ku ji aliyê şervanên QSD û YPG-YPJ'ê ve hatin parvekirin, tê dîtin ku xeta Hesekê-Rweqa bi temamî di bin kontrola hêzên parastinê de ye. -
Aldar Xelîl: Ji bilî berxwedanê rêyeke din nîne!
Endamê Komîteya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl got, "Êriş li ser xaka Rojava ye. Em sînorê Rojavayê Kurdistanê diparêzin. Ev yek mijareke man û nemanê ye. Ji bilî berxwedanê rêyeke din nîne. Divê em berxwedana xwe mezin bikin, serketin a me ye." -
Li Kobanê gel li hemberî dorpêçî û êrişên giran li ber xwe dide
Ji ber dorpêça çeteyên DAÎŞ, HTŞ û dewleta Tirk ên li ser Kobanê, pêwîstiyên jiyanî yên gel nikarin bêne dabînkirin. Xurek, derman, sotemenî û xwarina pitikan li ber qedandinê ye. -
Şandeya DEM Partî-DBP’ê bi rayedarên PYD’ê re hevdîtin kir
Şandeya DEM Partî û DBP’ê ya çûyî Rojava, bi rayedarên PYD’ê re hevdîtin kir. -
Reuters: Biryara êrişê ya li dijî Kurdan li Şam, Parîs û Iraqê di hevdîtinên veşartî de hate dayin
Li gorî 9 çavkaniyên cuda yên ji Reutersê re axivî, êrişên hikumeta HTŞ'ê ya veguhêz a li Şamê ya li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê meha Çileyê li Şam, Parîs û Iraqê di hevdîtinên li pişt deriyên veşartî yên bi rîsk hate wergirtin. -
Gaziyê şer Karwan Kobanê: Heya dawiyê em ê li ber xwe bidin
Gaziyê şer Karwan Kobanê anî ziman ku êrîşeke dijwar li ser herêmên Rêveberiya Xweser hene û got, “Li dijî van êrîşan pêwîst e em yekîtiya xwe xurt bikin. Em jî weke gaziyên şer di vî şerê man û nemanê de cihê xwe digirin." -
Kenanoglu: Feraseta tekparêzî Sûriyeyê dikişîne nav pevçûnên mayînde
Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglu bal kişand ser binpêkirinên çeteyên HTŞ’ê. Kenanoglu diyar kir ku feraseta rêbaza rêveberiya yekgirtî wê li Sûriyeyê aştiyek mayînde çêneke. -
Li Hesekê nobetên kolanan: Gel bi QSD û YPJ’ê re mil bi mil e
Ji ber êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Hesekê gel, ciwan û jin pêşengiyê dikin û li kolanan parastina xwe ya kolektîf rêxistin dikin. -
Gelê Kantona Cizîrê û hêzên Asayîşê taxên xwe diparêzin
Li bajarên Kantona Cizîrê, bi hemdemî hêzên leşkerî û ewlehiyê têne bicîhkirin, gel jî taxên xwe diparêze. -
Li Reqayê ala DAÎŞ’ê hate daliqandin
Êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ'ê û Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê didomin. Ligel vê, ala reş a DAÎŞ'ê li têketina Reqayê hat daliqandin. -
Karwanê alîkariyên mirovî ji Başûrê Kurdistanê gihîşt Qamişloyê
Karwanê alîkariyên mirovî yên ji aliyê Saziya Xêrxwaziyê ya Barzanî ve hatine pêşkêşkirin, gihîşt Qamişloyê. -
Dewleta Tirkiyeyê li sînorê Kobanê sewqiyeta leşkerî kir
Êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û Tirkiyeyê li ser Rojava dewam dikin. Tirkiye piştî vekolînên leşkerî yên li sînorê Kobanê obus û tank li herêmê bi cih kirin. -
Şêwirmendê Eşîra Êla El Cibûr: Ereb û Kurd di heman keşetiyê de ne
Şêwirmendê Êla El Cibûr a Erebî diyar kir ku Kurd û Ereb di yek keşetiyê de ne, di demên başî û xerabiyê de bi hev re ne. -
Kurdên ku ji Başûr û Bakur seferber bûn: Rojava dilê me ye
Kurdên Başûr û Bakurê Kurdistanê yên ku ji bo piştgiriya berxwedana Rojava tevlî seferberiyê bûn û gihîştin Rojava wiha gotin, “Rojava dilê me ye, em nikarin bêyî dilê xwe bijîn.”