Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin

Êrişên li ser Kobanê dewam dikin. Şervanên QSD-YPJ'ê 2 tank îmha kirin. Gelek çete hatin kuştin.

Di roja duyemîn a agirbestê de ku 24'ê Çileyê cara duyemîn hate dirêjkirin, dorpêçî û êrişên çeteyên DAÎŞ, HTŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava dewam dikin.

Çete bi tank û obusan êrişê dibin ser derdora Şîrketa Çîmento ya li herêma Çelebiyê ya li rojhilatê Kobanê.

Di navbera şervanên QSD-YPJ'ê û komên çete de şerekî giran diqewime.

Şervanên azadiyê 2 tankên çeteyan îmha kirin. Li gorî agahiyan, di şer de gelek çete hatin kuştin.