Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ'ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene

Gundên Qasimiyê, Çelebiyê, Zerktikê, Zêrikê û Xirab Hişkê yên Kobanê di bin êrişeke giran a çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ'ê de ne. Yek jê zarok 4 sivîl di êrişan de birîndar bûn. Di bersiva YPG-YPJ'ê de gelek çete hatin kuştin.

Çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ'ê li gel agirbesta hatiye ragihandin jî ji doh ve êrişeke berfireh li ser gundên Kobanê dikin.

Li gundê Çelebiyê yê ser bi Xirab Hişkê êrişa çeteyan bi saetan dewam kir û şerekî giran qewimî. Çeteyan bi 6 tank, gelek wesayitên zirxî û hejmareke zêde ya çeteyan êriş kirin.

Şervanên YPG û YPJ'ê di çarçoveya parastina rewa de bersiveke tund dan çeteyan û di encamê de li Xerab Hişkê û li derdora Şîrketa Beton a Çelebiyê 7 wesayitên çeteyan, 2 tank, hejmarek ji panzer û wesayitên doçka li ser hatin îmhakirin.

Her wiha derb li tankekê û gelek wesayitên çeteyan hate xistin û di encamê de çeteyan neçar man xwe vekişînin.

Li gorî agahiyan di encama bersiva şervanan de gelek çete hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn.

Li gundê Zêrikê yê Kobanê jî 3 wesayitên çeteyan hatin îmhakirin.

Şer li gundên Qasimiyê û Çelebiyê dewam dike.

Ji ber êrişên çeteyan li gundê Zerktikê zarokekî 5 salî û 3 sivîl birîndar bûn.