ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Til Temirê malbatên şehîdan ji bo şervanan xwarinê amade dikin
Li navçeya Til Temir a Hesekê ku gel lê seferber bûye, malbatên şehîdan ji bo şervanan xwarinê amade dikin. -
Xelkê Siwêdayê piştgirî da Rojava
Xelkê Siwêdayê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, HTŞ û DAÎŞ’ê yên li ser Rojava, çalakiyek lidar xist. -
Meghan Bodette: Divê civaka navneteweyî piştgiriya Rojava bike
Direktora Lêkolînê ya Enstîtuya Aşitiyê ya Kurdî Meghan Bodette diyar kir ku Kobanê di dorpêçê de ye, divê ji bo krîza li Rojava kampanya were destpêkirin û ji bo Kurdan û Suriyeyê jî çareseriyeke guncav were pêşkêşkirin. -
Li Kobanê gel bi qirkirinê re rû bi rû ye
Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ferhan Hec Îsa banga rakirina dorpêça li ser Kobanê kir û anî ziman ku pêwîstiyên bingehîn li ber qedandinê ye, koçber jî di nav de gelê Kobanê bi qirkirinê re rû bi rû ye. -
Şervana YPJ'ê: Em hêza xwe ji gelê xwe digirin
Şervana YPJ'ê ya li Hesekê di çeperên berxwedanê de ye Jînda Çiyager got, "Em hêza xwe ji gelê xwe digirin." -
Li Kobanê zarokekî din ji ber sermayê mir
Li Kobanê ya dorpêçkirî zarokekî din ji ber sermayê mir. Hejmara zarokên ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan bû 5 kes. -
Bavê 9 zarokan Derwîş: Em ji mala me avêtin, gotin vegera li Reqayê ji bîr bikin
Ebdû Xalid Derwîş ku bi 9 zarokên xwe li avahiya dibistanê li erdê dimîne got, "DAÎŞ û OSO'yê êriş kirin, berê çekê da me hemûyan. Em nizanin bê xizmên me mirin e yan jî sax in. Ji bo em nan ji zarokan re bikirin pereyê me nîne." -
Droneyeke çeteyan hate xistin
Çeteyên dewleta Tirk, DAÎŞ û HTŞ'ê bi 2 droneyan êriş birin ser gundê Sefaya yê Çilaxayê. Şervanan droneyek anîn xwarê. -
Gelê Qamişlo, Amûdê û Dirbêsiyê: Divê Kurd hemû dest bidin hev
Ji Qamişlo, Amûdê û Dirbêsiyê bi sedan kes bi konvoyeke ji wesayitan bi rê ketin ku tevlî berxwedana li Hesekê bibin. Gelê herêmê got, "Divê Kurd dest bidin hev, em şoreşa xwe bigihînin asta herî bilind." -
Gelê Rojava ji bo parastina destketiyan li kolanan e
Saziyên ser bi TEV-DEM'ê ji bo parastina destketiyên gelê Rojava li çeperên berxwedanê ne. -
Ji şervanên azadiyê peyama ji bo gelê Kurdistanê: Em hêza xwe ji we werdigirin
Şervanên QSD û YPJ'ê bi peyamekê spasiya gel kirin ku li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê piştgiriyê dide wan û gotin, "Em hêza xwe ji berxwedana gelê xwe werdigirin, bila her kes berê xwe bide Rojava." -
Heyva Sor a Kurd: Ji ber sermayê 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan
Heyva Sor a Kurd ragihand ku ji ber sermayê li Rojavayê Kurdistanê 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan. -
Li dijî êrişan amadekariyên civakî dewam dikin
Li Kantona Cizîrê û Kobanê bêdengiyeke baldar heye. Gel bi şervanên QSD û YPJ'ê re bi ruhê seferberiyê di nava amadekariyan de ye. -
Şervanên YPJ-YPG: Berxwedan jiyan e heval!
Li Hesekê ku gel li tax û kolanên xwe nobedê digire, şervanên QSD û YPJ jî li ser rêyên bingehîn û xetên eniyê li dewriyeyê digerin. Şervanên ku li eniyê ne gotin, "Berxwedan jiyan e heval, ev der xaka me ye." -
Em ji gel û şervanên xwe bawer in
Têkildarî êrîşên hovane yên li ser Rojavayê Kurdistanê gaziyên jin diyar kirin ku li hember vê komploya bêbext heya dawiyê hem bi çekan hem jî bi fikir wê rawestin û gotin, “Em ji gel û şervanên xwe bawer in. Wê serkeftin a me be.” -
Li Rojava gel bi koçberiyê tê ferzkirin, dixwazin herêmê bikin Erebî!
Hevseroka Komeleya Çavdêriya Koç û Lêkolînên Mezopotamyayê (GÖÇ-DER) Medya Alkan got ku êrîşên li ser Rojava bûne sedema pêlên koçê û got: “Li herêmê sûcên mirovahiyê tên kirin." -
Komên çete Til Hedîd ê Siwêdayê topbaran kirin
Çeteyên HTŞ’ê nuqteyên Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê bi çekên giran tobparan kirin, parêzvanan bersiv da û zirarên mezin gihandin wan. -
Li Girkê Legê alîkarî ji koçberan re hat dayîn
Di çarçoveya piştevaniya welatiyên ji Efrîn-Şehba yên bi darê zorê koçber bûne de Saziya Xêrxwaziyê ya Barzanî bi hevkariya Heyva Sor a Kurd re alîkariyê li malbatên koçber ên li bajarê Girk Legê yê kantona Cizîrê belav dike. -
Gel li bajarên Cizîrê li dijî gef û êrîşan herêmên xwe diparêzin
Şêniyên bajarên kantona Cizîrê bi hêzên leşkerî û ewlehiyê re herêmên xwe li hember gef û êrişên çeteyên HTŞ û DAÎŞ’ê diparêzin. -
Şervanên di eniya Hesekê de banga berxwedanê kirin
Şervanên YPG û YPJ’ê yên li Hesekê dîmenek parve kirin û ev bang kirin, “Bawerî bi xwe, hevrêyên xwe, çiyayên xwe û gelê xwe bînin.” -
Ciwanên ku tevlî seferberiyê bûn: Em ê heta ku Rojava azad nekin, venegerin
Komeke ciwanên Başûrê Kurdistanê ku li dijî êrîşan çûn Rojavayê Kurdistanê wiha gotin, “Em ê yan li vir Rojava azad bikin, an jî em ê venegerin. Em ê xwe ji bo Rojava feda bikin.” -
Awazê Çiya: Rojava rûmeta me ye
Dema ku êrîşên çeteyên HTŞ û DAÎŞ’ê li dijî Rojava dewam dike, Koma Awazê Çiya got, “Rojava Rûmeta me ye” û berxwedana gel silav kir. Koma Awazê Çiya, strana ku çêkirine diyarî hemû şehîdan kir. -
Ciwanên Dirbêsiyê ji bo koçberan seferber bûn
Ciwanên ji bajarê Dirbêsiyê alîkariyê mirovî ji bo piştevaniya koçberên Serêkaniyê û Efrînê dan. -
Meclisa Ol û Baweriyan banga lezgîn li hêzên navneteweyî kir
Meclisa Ol û Baweriyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û olî kir ku pêşî li polîtîkayên tundrew ên di rêveberiya nû ya Sûriyeyê de bigrin û bal kişand ser polîtîkaya terorê ya çeteyên HTŞ’ê. -
Muşîre Mele Reşîd: Mirovahî di xeteriyê de ye
Muşîre Mele Reşîd bal kişand ser bi hezaran mirovên ji ber êrişên çeteyên HTŞ û DAÎŞ'ê koçber bûne û diyar kir ku koçber di rewşeke zehmet de ne û heta niha ti alîkarî ji rêxistinên mafên mirovan nehatiye.