Li Girkê Legê alîkarî ji koçberan re hat dayîn

Di çarçoveya piştevaniya welatiyên ji Efrîn-Şehba yên bi darê zorê koçber bûne de Saziya Xêrxwaziyê ya Barzanî bi hevkariya Heyva Sor a Kurd re alîkariyê li malbatên koçber ên li bajarê Girk Legê yê kantona Cizîrê belav dike.

Zehmetiyên bi sedan malbatên ji deverên Efrîn û Şehbayê koçber bûne Reqa û Tebqayê bûne, niha jî li Girkê Legê bi cih bûne dewam dikin. Rewşa mirovî ya koçberan di gel êriş û zivistanê de pir zehemt bûye.

Saziya Xêrxwaziyê ya Barzanî bi hevkariya Heyva Sor a Kurd paketên xwarinê, betanî, cilên zivistanê, nan, feroc û madeyên paqijiyê weke qonaxa destpêkê li 18 malbatan belav kir. Li bajarê Girkê Legê û gundewarê wê nêzî 300 malbatên koçber li dibistanan hatine bicihkirin.

Saziya Xêrxwaziyê ya Barzanî diyar kir ku ev destpêşxerê di çarçoveya sivikkirina zehmetiyên malbatên koçber, ku mal û milkên xwe ji ber êrişên çeteyên hikumeta demkî ji dest dane de pêk tê.