ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Çeteyan Girtîgeha Eqtanê dorpêç dikin
Çeteyên HTŞ’ê Girtîgeha Eqtanê ya di bin kontrola QSD’ê de dorpêç dikin. -
Şervanên azadiyê: Şîara me ‘Berxwedan jiyan e’
Şervanên li eniyê gotin, “Xelkê Kobanê bila vê baş bizane: Şervanên azadiyê gelê xwe diparêze. Şîara me ‘Berxwedan jiyan e’. Em ê heya dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin. -
Li Hesekê li her derê ruhê seferberiyê heye
Li Hesekê ku ruhê seferberiyê lê serwer e, 4 firin 24 saetan dixebitin û pêwîstiya nan a şêniyan pêşwazî dikin. -
Li Kobanê înternet qut bû
Li Kobanê ya di bin dorpêçê de, înternet bi temamî qut bû. -
Komên çeteyan vê carê genim didizin
Çeteyên Hikûmeta Demkî ya Şamê vê carê ji başûrê Çilaxayê genim didizin. -
Şandeya DEM Partî û DBP’ê li Rojava ye
Şandeya ku ji hevserokên giştî yên DEM Partî û DBP’ê, parlamenter, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û baroyan pêk tê, gihişte Rojava. -
Çeteyên DAÎŞ’ê ji Kampa Holê hatin revandin
Dîmenên li ser platformên dîjîtal hatin parvekirin, nîşan dan ku çeteyên HTŞ’ê malbatên çeteyên DAÎŞ’ê yên ji Kampa Holê ya li Hesekê derxistine. -
Li eniya Sirînê şer giran e
Li eniya Sirînê ya Kantona Firatê, ji ber êrişa çeteyên HTŞ-DAÎŞ'ê yên bi palpiştiya dewleta Tirk, şerekî giran diqewime. -
Ciwanên Başûr: Em ê heta serketinê bi gelê xwe re bin
Konvoyên yekemîn û dyemîn ên gelê Başûrê Kurdistanê ku bi banga seferberiyê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê, derbasî Qamişloyê bûn. -
Ciwanên ji Başûrê Kurdistanê tevlî seferberiya giştî bûn
Ciwanên ji Başûrê Kurdistanê yên doh gihîştin Rojava, diyar kirin ku ew beşdarî seferberiya giştî bûne. -
Cenazeyên 7 şehîdan li Kobanê hate veşartin
Şêniyên kantona Firatê 7 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD`ê bi merasîmeke bi heybet oxir kirin. -
Êşkence li Diyar Koç hate kirin ku li sînorê Nisêbînê hatibû binçavkirin
Di dema êrîşên li ser welatiyên ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê êrîşên li ser bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto dikirin de gelek kes hatin binçavkirin û yek ji wan Diyar Koç bû. Dîmenên êşkenceya ku li Koç hatî kirin, hatin parvekirin. -
Wesayitên leşkerî yên Îsraîlê li rojavayê Quneytirayê rê vekirin
Wesayitên leşkerî yên Îsraîlê ketin nava bajarokê El Refidê li herêma tampon rê vekirin. -
Çeteyên HTŞ'ê êriş birin ser gundê Hemdûn ê Kobanê: Şehîd û birîndar hene
Hate ragihandin ku çeteyên HTŞ-DAÎŞ'ê yên ku piştgiriyê ji dewleta Tirk werdigirin, êriş birin ser gundê Hemdûn ê Kobanê. Di encamê de gelek şehîd û birîndar hene. -
Çeteyan dor li Girtîgeha Eqtanê girtin
Çeteyên Hikumeta Şamê ya Veguhêz dor li Girtîgeha Eqtanê girtin. -
Şervanên YPJ'ê: Bila her kes beşdarî seferberiyê bibin!
Şervanên YPJ'ê yên li Hesekê li eniya şer in, bi daxuyaniyekê diyar kirin ku têkoşîn ji bo gel û welat e û banga seferberiya giştî kirin. -
Gelê Başûr li Rojava bi coş hate pêşwazîkirin
Girseya gel a ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava bû, ji aliyê Hevserokê PYD'ê û gel ve bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. -
Çeteyên HTŞ'ê êriş birin ser rêya Hesekê
Çeteyên ku agirbestê binpê dikin, li ser rêya Hesekê bi konvoyan êriş birin ser gundê Ebyad Basilê. -
Çete li Şedadê êrişê dibin ser gorên şehîdan
Çeteyên Hikumeta Şamê ya Veguhêz li Şedadê gorên şehîdan xera kirin. -
Li Hesekê, Til Temir û Dirbêsiyê seferberî dewam dike
Li Hesekê, Til Temir û Dirbêsiyê gel ji bo parastina xaka xwe hîn jî tevlî seferberiya berxwedanê dibe. -
Jinên PYD'yî beşdarî seferberiyê bûn
Bi dehan jinên ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ragihandin ku ew beşdarî seferberiyê bûne. -
Çete êrişî Sirînê dikin
Çeteyên HTŞ'ê ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, li Sirînê bi obus û doçkayan dest bi êrişê kirin. -
Hejmara koçberan zêde dibe
Şêniyên Efrîn û Şehbayê yên ku careke din hatin koçberkirin li Kantona Cizîrê li mizgeft û dibistanan têne bicihkirin. Ji bo koçberan pêwîstî bi alîkariya mirovî heye. -
Li Helebce û Kifrî çalakiyên Rojava
Li Helebce û Kifrî gel ji bo Rojava daket qadan. -
Konvoya gel a sêyemîn ji Silêmaniyeyê bi rê ket
Konvoya gel a sêyemîn ji bo tevlîbûna li seferberiyê ji Silêmaniyeyê ber bi Rojava ve bi rê ket.