ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Pêşengên Rojava li dijî dagirkeriyê rahiştin çekê û berê xwe dan eniyê
Fermandar û siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên dagirkeriyê yên çeteyên HTŞ û Enqereyê rahiştin çekê û berê xwe dan eniya berxwedanê. -
Dîrektorê SOHR'ê: Enfal û Helebce li Rojava dubare dibe!
Dîrektorê Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyra kir ku çeteyên Hikumeta Şamê ya Veguhêz li herêmên Kurdan ên li Rojava paqijiya etnîkî dikin û got, "Dibe ku Enfal û Helebce li Sûriyeyê dubare bibe." -
Çeteyan 2 şervanên YPJ'ê revandin
Çeteyên Hikumeta Şamê ya Veguhêz li herêma Dêrazorê 2 şervanên YPJ'ê revandin. Bûyer li nava raya giştî bû sedema nerazîbûneke mezin. -
11 malbatên ji warê xwe bûn gihîştin Dirbêsiyê
11 malbatên li Reqa û Tebqayê yên ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji warê xwe bûbûn, derbasî bajarê Dirbêsiyê yê Kantona Cizîrê bûn. -
MSD: Metirsî heye ku terorîzma DAÎŞ'ê ji nû ve vegere
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) hişyarî da ku piştî berdana çeteyên DAÎŞ'ê metirsiya vegera terorîzmê heye. -
Gelê Silêmaniyeyê ber bi Rojava ve bi rê ket
Ji bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê bi sedan kes ji bo piştgiriya bi Rojava re bi rê ket. -
Cenazeyên çeteyan ketin destê şervanên QSD-YPJ'ê
Çeteyên Şam û Enqereyê yên ku xwestin êrişî bajarê Hesekê bikin, bûn hedefa şervanên QSD û YPJ'ê. Di çalakiya şervanên azadiyê de gelek wesayit û cenazeyên çeteyan ketin destê şervanan. -
Dîmenên ku çete êrîşî ser sivîlên Reqayê dikin derket holê
Dîmenên êrîşa çeteyên hikûmeta demkî û dewleta Tirk a dagirker ku li dijî sivîlên ji Reqayê derdiketin pêk anî bû, hatin bidestxistin. -
Foza Yûsif li dijî çeteyan çek hilda
Endama Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) Foza Yûsif Foza Yûsif ji bo parastina gelê Rojava yê ku di bin gefa qirkirinê de ye, çek hilda. -
Komek ji ciwanên Bakurê Kurdistanê tevlî berxwedana Rojava bûn
Ji herêma Botan a Bakurê Kurdistanê komek ciwanan bersiv da bangewaziya seferberiyê ya QSD’ê û tevlî berxwedana Rojava bûn. -
Li Çelebiyê 6 wesayîtên çeteyan hatin îmhakirin
Şervanên QSD û YPJ hemû êrîşên çeteyan ên li ser bajaroka Çelebiyê ya girêdayî Kobanê têk birin û 6 wesayîtên wan îmha kirin. -
Li herêma Tişrînê şerên giran qewimîn
Şervanên QSD û YPJ’ê gelek derbên giran li çeteyên dagirker dan. -
Li gundên derdora Hesekê, wesayîta çeteyan hate îmha kirin
Şervanên QSD û YPJ’ê, wesayîteke aîdî çeteyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên HTŞ’ê li gundên derdora Hesekê bi çalakiyekê îmha kirin. -
KJK: Em banga li dora Rojava bibin xeleka ji agir dikin
Koordînasyona KJK’ê bi gotina "Rojava ji bo jinên cîhanê keleha azadiyê ye" û “Welatê mirovahiya mezin e" li dijî tarîtiya ku tê ferzkirin, banga "li dora Rojava bibin “xeleka ji agir” kir. -
PAJK: Roj roja parastina Rojava ye
PAJK’ê daxuyand ku “Helbet wê Rojava li ber xwe bide, rûmet û hebûna xwe biparêze û teslîm nabe" û bang li hemû mirovahiyêkir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin û got, “Divê hemû jin û ciwan bi her cûre çalakiyan hêz bidin berxwedanê." -
Şêx Murşîd Xeznewî: Ez ê beşdarî berxwedana Rojava bibim
Şêx Murşîd Xeznewî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal wêneyê şervanekê YPJ’ê parve kir û wiha nivîsî: “Heta dilopa dawî ya xwîna xwe ez li Rojava me.” -
Şervanên Başûr ji ciwanên Başûr re banga seferberiyê kirin
Komek ciwanên şervan ên ji Başûrê Kurdistanê yên li Rojava ne, peyamek ji ciwanên Başûr re weşand. -
Heşdî Şebî: Serçeteyê DAÎŞ’ê ku ji girtîgeha Şedadê reviyabû hat girtin
Heşdî Şebî daxuyand ku wan serçeteyekî DAÎŞ’ê ku ji girtîgeha Şedadê ya li Sûriyeyê reviyabû û hewl dida bikeve Iraqê girt. -
Li derdora Sirînê êrîşên çeteyan hatin şikandin, gelek wesayît hatin îmhakirin
Li gundewarê Sirînê QSD, YPG û YPJ’ê yê ku pênc hewldanên êrîşê yên çete şikandin, 4 ji wan zirxî 11 wesayîtên çete îmhakirin û 4 dronan jî xistin. -
Dewleta Tirk girtîgeha Eqtanê bombebaran kir
Balafira bêmirov a dewleta Tirkî girtîgeha Eqtanê ya li Reqayê ku çeteyên DAÎŞ’ê lê ne, bombebaran kir. Şervanên QSDê tevî êrîşên dijwar jî girtîgehê diparêzin. -
Gaziyên şer: Em li kêleka şervanên xwe cih bigirin
Gaziyên şer bi daxuyaniyekê ragihandin ku çete dixwazin tevahî destketiyan têk bibin û bang kirin ku divê herkes kêlelê şervanên xwe cih bigire. -
Li gundên Kobanê di navbera gel û çeteyan de pevçûn derket
Li gundê Xan Memed ê navçeya Çelebiyê ya Kobanê di navbera gel û çeteyan de pevçûn derket. -
Ji partiyên Kurd ên li Sûriyê re bangewaziya civîna awarte
Sekreterê Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Selah Derwêş, bang li hemû partiyên Kurd ên li Sûriyê kir ku civîneke awarte li dar bixin û got ku divê berpirsiyariya dîrokî û neteweyî bê pêk anîn. -
Îlham Ehmed: Divê gelê me helwesta xwe ya neteweyî nîşan bide
Îlham Ehmed diyar kir ku ji bo pêşiya şerên nû li Sûriyeyê bigin hewldanên mezin kirine lê rewşa heyî ji ber nêzîkatiya Şamê derketiye holê û got ku divê gelê Kurd helwesta xwe ya neteweyî nîşan bide. -
Ji Dêrikê heta Kobanê gelê Rojava ser piyan e
Ji Dêrikê heta Kobanê, li tevahiya Rojava bi deh hezaran kes ji bo parastina destkeftiyên xwe li dijî êrîşên li ser Kurdan derketin kolanan.