BI DÎMEN

Çeteyan 2 şervanên YPJ'ê revandin

Çeteyên Hikumeta Şamê ya Veguhêz li herêma Dêrazorê 2 şervanên YPJ'ê revandin. Bûyer li nava raya giştî bû sedema nerazîbûneke mezin.

Dîmenê ku her du şervanên YPJê piştî revandina wan ji aliyê çeteyên Hikûmeta Demkî ve nîşan dide, pêlek hêrs û şermezarkirina raya giştî derxist holê.

Çeteyên hikumeta demkî dîmenek weşandin ku te xuya dike, çeteyan 2 şervanên YPJ'ê li herêma Dêrazorê revandine. Ev kiryar ji hêla raya giştî ve hat şemezerkirin.

Çalakvan, rewşenbîr û rêxistinên mafên jinan revandina 2 şervanên jin şermezar kirin, daxwaza berdana wan û darizandina berpirsiyaran kirin.

Di dîmen de ku li ser medyaya dijîtal belav bûye, xuya dibe ku 2 şervanên YPJ'ê yên bi navê Amara Intiqam û Narîn Axîn li herêma Dêrazorê ji hêla çeteyên hikumeta demkî ve hatine revandin.