ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD'ê xwe ji Kampa Holê vekişand: Koalîsyon berpirsyariyên xwe bi cih nîne
Ji ber gefên zêde û bicihneanîna berpirsyariyên xwe yên koalîsyona navneteweyî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku wan xwe ji Kampa El Holê vekişandine. -
Sînorê Qamişlo-Nisêbînê bêkêr bû: Gel li herdu aliyan li ber xwe dide
Hem li ser hem jî li binê xetê berxwedana gel a ji bo şermezarkirina êrişên çeteyan a li ser Rojava dewam dike. Li ber deriyê sînor ê Qamişlo-Nisêbînê kombûna gel dewam dike. -
Dewleta Tirk êrîş bir ser embarên li Sirînê
Balafirên bê mirov ên dewleta Tirk bombe li embarên genim ên li bajarokê Sirînê yê Kobanê barandin. -
Li derdora Kampa Holê şerekî giran diqewime
QSD'ê ragihand ku li derdora Kampa Holê şerekî giran diqewime. -
Gelê Başûr derbasî Rojava bû
Gelê Başûrê Kurdistanê serê sibehê ji bo piştgiriya bi seferberiya li Rojava bi rê ket. -
5 droneyên çeteyan hatin xistin
Hêzên QSD'ê li gundê Xemla yê Hesekê li dijî çeteyên li hev kom bûbûn çalakiyek kirin. Di encamê de 5 droneyên çeteyan ji aliyê şervanên QSD'ê ve hatin xistin. -
Şervanên QSD/YPJ'ê gundek ji çeteyan paqij kirin
Şervanên QSD/YPJ'ê gundê Til Barût ji çeteyan paqij kirin ku ji aliyê çeteyên HTŞ-DAÎŞ'ê yên bi palpiştiya dewleta Tirk ve hatibû dagirkirin. -
Xelkê Dêrikê 2 şehîdên xwe spart axê
Cenazeyên şervanên QSD'ê Mordem û Mazlûm bi merasîmekê hate veşartin. Di merasîmê de biryardariya têkoşînê hate destnîşankirin. -
Dewleta Tirk a dagirker li Qereqozaxê bombe li cihê sivîlan barand
SÎHA'yeke dewleta Tirk a dagirker li Qereqozaxê bombe li cihên sivîlan barand. -
Wezareta Karûbarên Olî yA hikûmeta demkî çeteyan li dijî gelê Rojava sor dike
Wezareta Karûbarên Olî yê hikûmeta demkî yê Sûriyeyê (Ewqaf), daxuyaniyek ku komên çeteyan li dijî gelê Rojava sor dike da. Ewqaf, ku rejîma Seddam Hûseyîn mînak digire, duayên ji sûreta El Enfal parve kir. -
Li Hesekê seferberî û berxwedan
Li dijî êrîşên çeteyên Hikûmeta Demkî ya Şamê yên li ser Kantonên Firat û Cizîrê, li Hesekê gel, hêzên leşkerî û ewlehiyê di nava seferberiyê de ne û berxwedanê didomînin. -
Konvoya duyemîn ber bi Rojava ve bi rê ket
Komek ji 300 kesî ya ji Silêmaniyeyê bi rê ket, bi konvoyek ji 10 wesayitan berê xwe da Rojava. -
Li Qereqozaxê çeteyên ku derba giran xwarin, reviyan
Li Qereqozaxê ku li rojavayê Kobanê ye, di navbera şervanên QSD/YPJ'ê û çeteyên HTŞ-DAÎŞ'ê yên bi palpiştiya dewleta Tirk şer diqewime. -
Gelê Qamişloyê rabû seferberiyê
Li bajarê Qamişlo bi sedan kes li dijî êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ'ê yên bi palpiştiya dewleta Tirk tevlî seferberiyê bûn. -
Panzereke dewleta Tirk hate îmhakirin, çeteyek birîndar bû
Şervanên QSD/YPJ'ê li ser rêya Reqayê li çeteyên HTŞ-DAÎŞ'ê xistin ku piştgiriyê ji dewleta Tirk werdigirin. Di encamê de panzereke dewleta Tirk hate îmhakirin û çeteyek bi birîndarî hate bidestxistin. -
Şêniyên Qamişloyê li ser sînor li benda gelê Bakur e
Komek ji şêniyên Qamişloyê ji bo pêşwazîkirina gelê Bakurê Kurdistanê li ser sînor li hev civiya. -
Li Holê êriş li ser depoyên genim hate kirin
Li bajarê Hol ê Kantona Cizîrê êriş li ser depoyên hate kirin. -
Jinên Kobanê: Kobanê rûmeta tevahî cîhanê parast
Jinên Kantona Firatê, anîn ziman ku wan bi têkoşîn û berxwedana xwe rûmeta tevahî cîhanê parastine û gotin ku wan hovîtirîn çete têk birine. -
Xelkê Kobanê: Çawa Kobanê cara ewil ew têk neçû, car din têk naçe
Bi hezaran şêniyên Kobanê ji bo parastina ax û welatê xwe di nava seferberiyê de ne. Şênî dibêjin çi dibe bila bibe, ew ê xwedî li destkeftiyên xwe derbikevin. -
Hunermend û xebatkarên çandê jî tevlî seferberiyê bûn
Saziyên çand û hunerê yên Kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew beşdarî seferberiyê bûne û wê heta dawiyê xak û bajarên xwe ji êrişên qirker biparêzin. -
Jinên ji Kobanê: Çi dibe bila bibe em ê bajarê xwe neterikînin
Jinên Kobanê û endamên Kongra Star bi daxuyaniyekê piştgirî dan seferberiyê û destnîşan kirin ku çi dibe bila bibe ew ê bajarê xwe neterikînin. -
QSD'ê li ser 'Girtîgeha El-Eqtan'ê hişyarî da ku DAÎŞ'î lê têne girtin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) diyar kir ku piştî çeteyan li Reqayê dor li Girtîgeha El Eqtanê girtin, av li ser girtîgehê hatiye birîn. -
Şervanên QSD-YPJ'ê li eniya Sirînê derbên giran li çeteyên HTŞ-DAÎŞ'ê xistin
QSD'ê ragihand ku şervanên wan li eniya Sirînê derbên giran li çeteyên HTŞ-DAÎŞ'ê xistin ku bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker êriş dikin. -
Ji girtîgeha Eqtanê peyama şervanên YPJ'ê: Em ê rûmeta mirovahiyê biparêzin
Şervanên YPJ'ê diyar kirin ku wê li Girtîgeha Eqtanê li ber xwe bidin û rûmeta mirovahiyê bi dewamî biparêzin. -
Meclîsa Welatiyan a Başûr wê biçe Rojava
Meclîsa Welatiyan a Başûr ku wê saet di 13:00 de li ber avahiya kampusa nû ya Zanîngeha Silêmaniyeyê li hev kom bibe, wê ber bi Rojava ve bi rê bikeve.