BI DÎMEN

Şervanên QSD/YPJ'ê gundek ji çeteyan paqij kirin

Şervanên QSD/YPJ'ê gundê Til Barût ji çeteyan paqij kirin ku ji aliyê çeteyên HTŞ-DAÎŞ'ê yên bi palpiştiya dewleta Tirk ve hatibû dagirkirin.

Şervanên QSD/YPJ'ê gundê Til Barûtê ji çeteyên HTŞ-DAÎŞ'ê yên bi palpiştiya dewleta Tirk a dagirker paqij kirin û rizgar kirin.

Şervanan bi rêya cîhaza ragihandinê banga teslîmbûnê li çeteyan kirin û gotin, "Em ê êdî venekişin, em ê bi pêş ve bên. Rojava wê bibe gor ji we re, teslîm bibin."

Şervan piştî bangê ketin nava liv û tevgerê û gund ji çeteyan paqij kirin.

Di operasyonê de wesayiteke zirxî ya dewleta Tirk jî desteser kirin.