ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Çeteyên li herêma Çelebiyê ya Kobanê derbên giran xwarin reviyan
QSD û YPJ li herêma Çelebiyê ya Sûriyeyê derbeyek giran li çeteyên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê dan. Di dîmenan de tê dîtin ku çete piştî lêdanê direvin. -
YPG-YPJ: Divê her kes di nava têkoşînê de cihê xwe bigire
YPG-YPJ’ê li dijî êrişan bang kir ku divê her kes cihê xwe di nava têkoşîna mirovahiyê de bigire û got: "Ev şer ne tenê ji bo Rojava, ji bo parastina rûmeta hemû mirovahiyê ye." -
Ji Foza Yûsûf gelên cîhanê yên azadîxwaz re bang
Foza Yûsif bang li hemû gelên cîhanê yên azadîxwaz kir ku piştgiriyê bidin gelê Kurd û got ku gelê Kurd niha bi metirsiya qirkirinê re rû bi rû ye. -
Şervanên ku parastina giertîgeha Eqtan dikin bang Koalîsyona Navneweyî kirin
QSD û YPJ’ê vîdeoyek ji girtîgeha Eqtanê ku çeteyên DAÎŞ’ê lê girtîne parve kirin ragihandin ku çeteyên hikûmeta demkî du roj in bi çekên giran êrîş dikin û bang li Koalîsyona Navneteweyî kirin ku mudaxaleyî çeteyên sûcên li dijî mirovahiyê dikin bikin. -
Bi sedan ciwan û jinên Qamişloyê ber bi Hesekê ve ketin rê
Bi sedan ciwan û jin ji Qamişloyê ji bo parastina Hesekê derketin rê. -
QSD û YPJ'ê êrîşa çeteyan li ser gundên derdora Kobanê têk birin
Şervanên QSD û YPJ’ê êrîşa çeteyên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li ser gundên derdora Kobanê, bi taybetî li herêma Çelebiyeyê têk birin. Gelek çete hatin kuştin û 5 jî hatin girtin. -
Ciwanên Qamişlo: Em amade ne parastina xaka xwe bikin
Ciwanên Qamişlo bi banga serferberiyê re xwe bi çek kirin û berê xwe dan kolanan da ku parastina xak û gelê bikin. -
Li eniya Sirînê şer giran e: Gelek ji çeteyan hate kuştin
Li bejahiya Sirînê ya Kantona Firatê QSD û YPJ bersiveke tund dide çeteyên hikumeta veguhêz. Hate ragihandin ku gelek ji çeteyan hatin kuştin. -
Ji PJAK'ê ji bo parastina destketiyên Rojava banga seferberiyê
PJAK'ê ji bo parastina destketiyên Rojavayê Kurdistanê banga seferberiya giştî kir. -
QSD'ê bang li ciwanên Kurdistanê kir: Îro roja rûmetê ye, tevlî berxwedanê bibin
QSD'ê bang li ciwanên çar aliyên Kurdistanê û Kurdistaniyên li Ewropayê kir ku tevlî berxwedana rûmetê bibin. -
Şervanên Jin: Em ê li Hesekê di şopa Ziyad û Denizan de li ber xwe bidin
Şervanên YPJ’ê li bajarê Hesekê li dijî êrişên dagirkeriyê daxuyaniyeke çapemeniyê dan û peyamên dîrokî ragihandin. -
Fermandarê QSD'ê Berxwedan: 'Berxwedana Kobanê ya Duyemîn' li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê destpê kir
Endamê Fermandariya QSD'ê Mehmûd Berxwedan peyamek ji gelê Kobanê û Cizîrê er şand û got, rewşa heyî hewldanên ji bo tinekirina destketiyên gel e û berxwedana giştî ya ku li hemberî êrişan tê kirin jî destpêka berxwedana Kobanê ya duyemîn e. -
Hizba Zehmetkêşan ji bo Rojava piştgirî da banga seferberiyê
Ji bo piştgiriya bi banga seferberiyê ya ji bo Rojavayê Kurdistanê endamê Buroya Siyasî ya Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê Hîwa Seîd Selîm bi rêya Rojnewsê peyamek weşand. -
'Kobanê xem neke, Kurdistan bi te re ye'
Li qada Jin a Azad a Kobanê bi hezaran kes ji bo parastina Kobanê li hev civiyan. -
Çeteyan sê caran hewl dan bikevin Girtîgeha El Aqtanê, her sê caran jî êriş hatin şikandin
QSD'ê diyar kir ku çeteyên Şamê bi tank û topan bombeyan li Girtîgeha El Aqtanê ya li Reqayê dibarînin, di nava rojê de sê caran hewl dan bikevin girtîgehê, her hewldan hate şikandin û berxwedana hêzên QSD'ê dewam dike. -
Foza Yûsif: Me biryara berxwedanê dan
Foza Yûsif bal kişand ser êrişên komkujiyê yên li ser Rojava û got, "Hikumeta Veguhêz a li Şamê teslîmbûnê li ser me ferz dike û ti daxwazên me qebûl nake. Me jî biryara berxwedanê dan." -
Foza Yûsif banga lezgîn kir: Gelê Bakur û Başûr berê xwe bidin Rojava
Endama Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsif li ser hesabê xwe yê X'ê bang li gelê Bakur û Başûrê Kurdistanê kir ku ber bi Rojavayê Kurdistanê ve bikeve nava liv û tevgerê. -
Senator Graham ji HTŞ'ê re got: Eger hûn dixwazin têkiliyên DYE-Sûriyeyê rizgar bikin, bisekinin
Senator Lindsey Graham diyar kir ku eger êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam bikin wê zerareke mayinde li têkiliyan bibe û got, "Eger bi dewamî bi pêş ve biçe, ez ê zextê bikim ku pêkanînên Qanûna Sezar jinûve bikevin meriyetê." -
Dewleta Tirk bi balafirên bêmirov bombe li çiyayê Kizwan ê Hesekê barand
QSD'ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov bombe li çiyayê Kizwan ê li başûrê Hesekê barandiye. -
Şervanên QSD û YPJ'ê panzereke çeteyan îmha kirin
Şervanên QSD û YPJ'ê panzereke çeteyan îmha kirin ku hewl dida bikeve gundê Ayla yê Til Temirê. -
Meclîsa Hesekê: Bi propagandaya êrişê dixwazin bajêr vala bikin
Meclîsa Bajêr a Hesekê ragihand ku bi propagandaya êrişeke gengaz a li ser bajêr hewl tê dayin ku tirsê bikeve nava gel û bajar bê valakirin. -
Zêdeyî 300 malbatên ji warê xwe bûn gihîştin Dêrikê
Zêdeyî 300 malbatên ji Reqa, Tebqa û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bi zorê hatin koçberkirin li bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê û Kampa Newrozê hatin bicihkirin. -
Dîmenên ku çeteyên HTŞ’ê girtiyên DAÎŞˊê ji girtîgeha Şedadê derdixin
Navenda Ragihandina QSDˊê dîmenên ku çeteyên hikumeta demkî dikevin girtîgeha Şedadê ya li başûrê Hesekê û çeteyên DAÎŞˊê derdixin parve kirin. -
Xelkê Hesekê ji bo tevlîbûna berxwedanê ber bi Şedadê ve ketin rê
Xelkê Hesekê li ser banga seferberiya giştî ya Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriya berxwedana şervanên QSD û YPJ'ê ber bi Şedadê ku şer diqewime ve ketin rê. -
Gundê Metîna li dijî gefa êrîşa li ser Kobanê çek hilgirtin
Li gundê Metîna yê rojhilatê Kobanê ciwanan bi gundiyan re ji bo parastina gundê xwe li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî Şamê çek hilgirtin.