Çeteyan sê caran hewl dan bikevin Girtîgeha El Aqtanê, her sê caran jî êriş hatin şikandin

QSD'ê diyar kir ku çeteyên Şamê bi tank û topan bombeyan li Girtîgeha El Aqtanê ya li Reqayê dibarînin, di nava rojê de sê caran hewl dan bikevin girtîgehê, her hewldan hate şikandin û berxwedana hêzên QSD'ê dewam dike.

QSD'ê diyar kir ku êrişeke giran li ser girtîgeha El Aqtanê ya Reqayê heye ku çeteyên DAÎŞ'ê lê têne ragirtin.

QSD'ê ragihand ku çeteyên Şamê bi tank û topan êrişî Girtîgeha El Aqtanê dikin û destnîşan kir ku di nava rojê de sê hewldanên çeteyan ên ketina nava girtîgehê hatin şikandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, hêzên ewlekariyê li hemberî êrişan berxwedaneke xurt nîşan didin û ji bo parastina kontrola girtîgehê şer dewam dike.