BI DÎMEN

Şervanên Jin: Em ê li Hesekê di şopa Ziyad û Denizan de li ber xwe bidin

Şervanên YPJ’ê li bajarê Hesekê li dijî êrişên dagirkeriyê daxuyaniyeke çapemeniyê dan û peyamên dîrokî ragihandin.

Şervanan diyar kirin ku wan bersiv daye banga seferberiyê û bi sedan ciwan berê xwe dane eniyên şer da ku jiyaneke birûmet ava bikin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew ê li ser banga şehîd Ziyad a "Em bi mirinê re şer dikin" bimeşin û heta dilopa dawî ya xwîna xwe gelê xwe biparêzin.

Şervanên YPJ’ê hişyariyeke tund dan dagirkeran û gotin ku bila kes nefikire ku dikare bi hêsanî bikeve hundirê Hesekê, ji ber ku heta ew neyên pelçiqandin derbasbûn nîn e.

Hate destnîşankirin ku baweriya wan bi ti hêz û diyalogên navneteweyî nîn e û tenê xwe dispêrin hêza gel û ciwanan.

Şervanan bang li gel kirin ku li rûmeta xwe xwedî derkevin û ragihandin ku ew ê bi biryardariya "Ya serkeftin ya serkeftin" heta dawiyê tê bikoşin.