Gundê Metîna li dijî gefa êrîşa li ser Kobanê çek hilgirtin

Li gundê Metîna yê rojhilatê Kobanê ciwanan bi gundiyan re ji bo parastina gundê xwe li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî Şamê çek hilgirtin.

Êrîşên dewleta dagirker a Tirk û çeteyên girêdayî Şamêyên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber berdewam dikin. Komên çete yên ku ji hêla dewleta Tirk ve têne piştgirîkirin û bi hikûmeta demkî ya Şamê ve girêdayî ne, êrîş û hewldanên xwe yên dorpêçkirina bajarê Kobanê yê kantona Firatê zêde kirine.

Li gorî agahiyan, di navbera komên çete yên ji hêla dewleta Tirk ve têne piştgirîkirin û şervanên QSD û YPJ’ê de di navbera bajarê Eyn Îsa û gundê Ebû Sira yê ku beşek ji Kobanê ye, şerên dijwar diqewimin. Hat ragihandin ku şerên li herêmê dem bi dem dijwar dibin.

Li hember gefa êrîşê, ciwan û gundiyên gundê Metîna yê ku li rojhilatê Kobanê ye, dest bi amadekariyên parastinê kirine. Gelê Metîna ji bo parastina gund û cihên jiyanê çek hilgirtin.