BI DÎMEN

Xelkê Hesekê ji bo tevlîbûna berxwedanê ber bi Şedadê ve ketin rê

Xelkê Hesekê li ser banga seferberiya giştî ya Rêveberiya Xweser  ji bo piştgiriya berxwedana şervanên QSD û YPJ'ê ber bi Şedadê ku şer diqewime ve ketin rê.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên komên çete yên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberiya giştî îlan kiribû. Xelkê Hesekê ji bo beşdarî seferberiya giştî ya li dijî êrîşên çeteyan bibin û ji bo piştgiriya berxwedana şervanên QSD û YPJ'ê ber bi Şedadê ku şer lê diqewime ve ketin rê. 

Xelkê çek hilgirti û ji bo li kêleka şervanan tevlî berxwedanê bibin bi karwanek ji dehan wesayîtan ketin rê.