Senator Graham ji HTŞ'ê re got: Eger hûn dixwazin têkiliyên DYE-Sûriyeyê rizgar bikin, bisekinin

Senator Lindsey Graham diyar kir ku eger êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam bikin wê zerareke mayinde li têkiliyan bibe û got, "Eger bi dewamî bi pêş ve biçe, ez ê zextê bikim ku pêkanînên Qanûna Sezar jinûve bikevin meriyetê."

Êrişên çeteyên hikumeta veguhêz a Şamê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Senatorê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYEI Lindsey Graham li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek da û gef li HTŞ'ê xwar.

Peyama Graham bi vî rengî ye: "Eger hêzên hikumeta Sûriyeyê li bakur ber bi Reqayê ve bi dewamî bi pêş ve biçin ez ê zextê bikim ku pêkanînên Qanûna Sezar jinûve bikevin meriyetê. Li gorî tê dîtin, li Sûriyeyê ne li min ne jî li rayedarên din ên hikumeta DYE'yê nayê guhdarîkirin. Eger ev rewş dewam bike, ne tenê pêkanînên giran wê bêne ferzkirin, di heman demê de zerareke mayinde wê li têkiliyên navbera DYE û hiumeta Sûriyeyê ya nû bibe. Eger ji wan heye ku em vala dixwazin, bila dewam bikin. Min hewl da ku bi rengekî adîl nêzî hikumeta nû bibim, lê belê xuya ye li kesî guhdarî nake. Eger hûn dixwazin bi Senatoya DYE'yê re şer bikin û zerareke mayinde bidin têkiliyên DYE-Sûriyeyê, hingî dewam bikin. Eger hûn dixwazin têkiliyan rizgar bikin wê demê bisekinin û vegerin. Hêvîdar im hûn ê biryareke aqilane bidin."