ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Hewldana êrîşê ya li Eyn Îsayê hate têkbirin, li derdora Reqayê pevçûn didomin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl da li gundekî Eyn Îsayê bi pêş ve werin, lê şervanên QSDˊê hewldana wan têk bir. Pevçûn nêzî 20 kîlometreyan dûrî navenda Reqayê dewam dike, li navenda bajêr jî operasyonên li dijî şaneyên DAÎŞ’ê didomin. -
Endamên Navenda Dicle û Koma Cûdî tevlî seferberiyê bûn
Endamên Navenda Dicle ya Çand û Hunerê û Koma Cûdî tevlî seferberiya giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragihandiye bûn. -
Rêveberiya Xweser li Kantona Cizîrê qedexeya derketina derve ya giştî ragihand
Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê qedexeya giştî ya çûn û hatinê li bajar û bajarokên kantonê ragihand. -
Li Girê Sîryatêl 2 çalakiyên din hatin kirin: Tankek hat rûxandin, gelek çete hatin kuştin
QSD û YPJˊê li derdora Girê Sîryatêl ya Bendava Tişrînê 2 çalakiyên serkeftî hatin kirin, tankek hat rûxandin û gelek çete hatin kuştin. -
QSD û YPJ’ê bersiva hemû êrîşan didin
Êrîşên berfireh li dijî bajarok û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Hewldanên çeteyên hikumeta demkî ên ketina bajaran hene û revandina mirovan dewam dikin, lê QSD, YPJˊê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersivê wan tevahî êrişan didin. Heta vê -
QSD: Êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li Reqayê hate têkbirin
Çeteyên şaneyên DAÎŞˊê li bajarê Reqayê êrîşê QSDˊê kir, lê QSDˊê bersiva da, êrîş têk bir û diyar kir ku operasyonên paqijkirina Reqa û serdegirtina şaneyan dewam dike. -
Rûspiyan li dijî fitneyê hişyarî dan
Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî hewldanên fitneyê hişyarî dan û xwestin, êrişên li ser herêmê tavilê bêne rawestandin. -
Macron bi Şara re hevdîtin kir: Pêwîstî bi agirbesteke mayinde heye
Hate ragihandin ku Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya telefonê bi Ahmed el Şara re axiviye û jê re gotiye, "Pêwîstî bi agirbesteke mayinde heye." -
TKP-ML: Parastina Şoreşa Rojava wezîfeyeke enternasyonal e
TKP-ML: Parastina destketiyên Şoreşa Rojava dîrokî ye. Wezîfeyeke enternasyonal e ku dakevin qadan û Şoreşa Rojava biparêzin. -
Li derdora bendava Tişrînê şer giran e: 10 tankên çeteyan hatin rûxandin
Li derdora bendava Tişrînê, di encama bersiva tund a hêzên QSD û YPJ'ê de 10 tank, 2 wesayitên zirxî û gelek wesayit û çeperên çeteyên hikumeta veguhêz a Şamê û Tirkiyeyê hatin rûxandin. -
Mazlûm Ebdî û Ehmed Şara bi telefonê axivîn
Mazlûm Ebdî û Ehmed Şara li ser şerê dawî yê li herêmê bi telefonê axivîn. -
Li Tişrînê berxwedana mezin: 4 êrişên çeteyan hate şikandin
Şervanên YPJ û QSD'ê li derdora Bendava Tişrînê 4 êrişên giran ên çeteyan şikandin, 2 tank, 2 doçka, wesayiteke zirxî û qemyonek îmha kirin. Gelek çete hatin kuştin. -
Ji Cizîrê heta bi Kantona Firatê gel li qadan e: Em hemû QSD ne
Banga seferberiya giştî ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro ragihand, li seranserê herêmê deng veda. -
Çete sivîlên birîndar direvînin
Li gundê Sabah El Xeyr ê Reqayê wesayitek ku sivîlên birîndar tê de bûn ji ailyê çeteyan ve hate revandin. -
Gelê Kantona Firatê û Til Temirê ji bo piştgiriya bi QSD'ê re daket qadan
Gelê Kantona Firatê û Til Temirê bersiv da banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser û diyar kir ku ew piştgiriyê didin hêzên xwe yên parastinê. -
Ji QSD'ê li Şedadê tedbîrên li dijî gefa li ser ewlehiyê
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hewldaneke çeteyan a ji bo xerakirina aramî û ewlehiya li bajarê Şedadê asteng kir û nehişt zerar li hin saziyên xizmetê bibe. -
Jinên Kobanê: Em ê li pey xeta şervanên xwe bin
Şêniyên bajarê Kobanê nerazîbûn nîşanî êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin, li dijî dagirkeriyê em ê berxwedaniyeke topyekûn raber bikin. -
Xelkê Qamişloyê: Em ê heta dawî li pişta zarokên xwe bin
Xelkê Qamişloyê ji bo piştgirîdayîna berxwedana QSD’ê ya li dijî êrîşên komên çeteyên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, meşiya. -
Li Tişrînê 2 çete hatin kuştin, 2 tank hatin îmhakirin, çete hewl didin birîndarên xwe radikin
Berxwedana li Tişrînê dewam dike. 2 tank û wesayiteke zirxî hatin îmhakirin, 2 çete hatin kuştin. Li Girê Suryatêlê çete hewl didin birîndarên xwe rakin. -
Mazlûm Ebdî: Bila gelê me li dora şervanên xwe bicive
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku bi navbeynkariya hin hêzên navneteweyî ew hewl didin rewşê aram bikin û bang li gel kir ku piştgiriyê bide şervanên xwe û baweriya xwe biparêze. -
Çalakiya li ber baregeha koalîsyonê di roja 8'emîn de ye
Aktîvîstên ku li ber baregeha koalîsyona navneteweyî ya li Qesrikê çalakiya rûniştinê dikin, di roja 8'emîn de çalakiya xwe dewam kirin. -
Li Tişrînê şer dewam dike: Gelek çete hatin kuştin
Şervanên QSD û YPJ'ê ku bersivê didin êrişan, li Bendava Tişrînê 2 doça û wesayiteke zirxî îmha kirin. Di encamê de gelek çete hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn. -
Neviya Seyîd Riza Zelîha Polat hate veşartin
Neviya Seyîd Riza Zelîha Polat ku ji ber nexweşiya kanserê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, li Xarpêtê hate veşartin. -
Hisên Ezam bang kir: Li dora Rêveberiya Xweser û QSD'ê bibin yek
Hevserokê Ofîsa Têkiliyên Derve ya MSD'ê Dr. Hisên Ezam bang li gel kir ku li dora Rêveberiya Xweser û QSD'ê bibin yek. -
Li Bendava Tişrînê şer dewam dike: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
Êrişên li ser Bendava Tişrînê ya li başûrê Kobanê dewam dikin. Yek ji fermandarên li eniyê wezîfeyê dike Kawa Qeremox diyar kir ku wê bendavê biparêzin û paşve gavê neavêjin.