ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Rêveberiya Xweser: Parastina sivîlan armanca me ya sereke ye
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê êrîşên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê daxuyanî da û got, “Parastina sivîlan armanca me ya pêşîn e.” -
Çete Nexweşxaneya Xalid Fecir hedef digirin
Çeteyên hikumeta demkî êrîşên li ser Taxa Şêxmeqsûd didomînin, bi çekên giran Nexweşxaneya Xalid Fecir hedef digirin; jin, zarok û birîndarên li nexweşxaneyê di bin xeteriya komkujiyê de ne. -
Gel bi konvoyan ber bi Helebê ve diçin
Li ser banga Meclîsa Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi sedan welatiyên gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi konvoyan ber bi Helebê ve ketin rê. -
Hikûmeta demkî ketina karwana Heyva Sor a Kurd ji bo Helebê asteng dike
Karwana Heyva Sor a Kurd ya ji 15 kamyonên mirovî û alîkariyê pêk tê, ji aliyê hikûmeta demkî ve di ketina Helebê de tê astengkirin. -
Li Helebê derbeyek giran li çeteyan hat xistin
Çeteyên ku hewl didan bikevin kolana Zixûr ê taxa Şêxmeqsûd derbeyek mezin xwarin. Gelek çete hatin kuştin û 3 dronên çeteyan hatin xistin. -
Sokrat Nofl: Krîza Sûriyê berhema rejîmeke dûrxistî û têkçûneke ewlekarî ye
Sokrat Nofl destnîşan kir ku hikûmeta demkî ya Şamê rasterast berfirehkirina siyaseta Tirkiyê li Sûriyê ye û tekez kir ku çareseriya rasteqîn bi îtîrafkirina maf û çarenivîsa gelên Sûriyê dest pê dike. -
Li Şêxmeqsûdê erebeyek doçka li ser hat rûxandin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê li eniyên taxa Şêxmeqsûdê bi tundî bersiv da hewldana çeteyan a ketina taxê û erebeyek doçka li ser îmha kir. -
Li derdora Şêxmeqsûdê pevçûnên dijwar diqewimin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê li eniyên taxa Şêxmeqsûdê bi tundî bersiv da hewldana çeteyan a ketina taxê, bi wê re pevçûnên dijwarî rû dan. -
Di êrîşa Dêr Hafirê de zarokek û sivîlek hat qetilkirin
Êrîşên komên çete ku dewleta Tirk piştgirî dide, li ser Dêr Hafirê dewam dikin. Di êrîşên li ser du cihên cuda de, zarokek 11 salî û welatiyek 65 salî hat qetilkirin û gelek sivîl birîndar bûn. -
Rêveberiya Xweser: Piştgirî bidin berxwedana rewa ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hêzên demokratîk û mirovî yên li Sûriyeyê û cîhanê kir ku bi gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re bibin yek û ji bo parastina sivîlan tevlî seferberiyê bibin. -
Li Nexweşxaneya Xalid Fecirê zêdeyî 70 birîndar rû bi rû yê komkujiiyê ne
Êrîşên berdewam ên komên çete li dijî taxa Şêxmeqsûdê û Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a Helebê gefan li jiyana zêdetirî 70 birîndarên êrîşan dixwin. -
Li Çerxerêya Şîhan nuqteyek çeteya hedef hat girtin: Gelek çete hatin kuştin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê li Çerxerêya Şîhanê nuqteyeke çeteyan hedef girt; gelek çete hatin kuştin. -
Serokê Durzî: Êrîşan rawestînin
Serokê Rûhanî yê Civaka Misilmanên Miwehidîn a Durziyan şêx Hikmet El Hicrî êrîşên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kirin û bang li civata navneteweyî kir ku êrişan bi dawî bikin û sivîlan biparêzin. -
Di Nexweşxaneya Xalid Fecir de gelek xebatkarên tenduristiyê hatin qetilkirin!
Çeteyên hikumeta demkî bi dijwarî êrîşî Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê kirin. Hate diyarkirin ku di êrîşan de gelek xebatkarên tenduristiyê hatin qetilkirin. -
Li Şêxmeqsûdê wesayîtek hat hedefgirtin, Dêr Hafir tê bombekirin
Nexweşxaneya Xalid Fecir ku bi dehan sivîl lê ne, careke din ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve bi balafirên bêmirov hate hedefgirtin. Çeteyan di heman demê de Dêr Hafir û Meibirayê bi obus û hawanan bombebaran dikin. -
Fermandarê QSD’ê: Em ê alîkariya ji destê me tê bikin
Ji fermandarên QSD’ê Sîpan Hemo diyar kir ku ew piştgiriyê didin daxuyaniya Meclisa Gel a Taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê û got ku ew ê her curê alîkariya ku ji dest wan tê bikin. -
Kantona Cizîrê ji bo piştevaniya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê seferber bû
Gel û ciwanên bajarên kantona Cizîrê bersiv da seferberiya giştî ya Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê da û got: "Îrade û berxwedan ji tevahî hewldaên têkbirinê bi hêztir in." -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Şêxmeqsûdê derbe li çeteyan dan
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê, bersivek tund da komên çete yên Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê û windahiyên mezin dan wan. Li herêmê pevçûn dewam dikin. -
Dîmena ji nexweşaneya di bin bombebaranê de ye
Li Nexweşxaneya Xalid Fecir ku ji aliyê komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve tê hedef girtin, zarok, jin û nexweş rûbirûyê komkujiyê ne. Bijîşkê nexweşxaneyê banga alîkariya lezgîn kir. -
Gelê kantonên Reqa, Firat û Cizîrê di rêya Helebê de ne
Gelê kantonên Reqa, Firat û Cizîrê bersiv da seferberiya giştî ya Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê da û bi karwanan ber bi Helebê ve ketın rê. -
Komên çete bi tank û topan êrîşî Şêxmeqsûdê dikin: Hêzên Ewlekariyê bersiv didin
Komên çete yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê ku dewleta Tirk piştgiriyê dide wan, bi tank û topan êrîşî taxa Şêxmeqsûdê dikin. Hêzên Ewlekariyê bersiv didin çeteyan. -
Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir di bin topbaran dijwar de ye
Çeteyên Şam û Enqreyê bi dijwarî Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê topbaran kirin. -
Koçberên Efrîn û Şehbayê ber bi avahiya NY’ê ve meşiyan
Koçberên Efrîn û Şehbayê, li ber avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`ê ya li Qamişloyê çalakî li dar xistin. -
Gel û ciwanên Cizîr û Firatê seferberî ragihandin
Gel û ciwanên Cizîrê û Firatê berxwedana Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêdê silav kirin û seferberiyê ragihandin. -
Konvoya ji kantona Firatê bi rê ket: Berxwedana herdu taxan wê bi ser bikeve
Konvoya gelê kantona Firatê ber bi Helebê bi rê ket. Gelê di konvoyê de gotin, wan çawa bendav bi ser xist, wê teqez li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî serketinê tacîdar bikin.