Ciwanên ji Dirbêsiyê: Li dijî dagikerî û kujeran bibin yek!

Ciwanên ji Dirbêsiyê komkujiyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li gelê sivîl hate kirin şermezar kirin û diyar kirin ku wê li ser rêya Ziyad Heleb bimeşin.

Li bajarê Dirbêsiyê yê Kantona Cizîrê, êriş û komkujiyên komên çete yên hikumeta veguhêz a Şamê yên li dijî sivîlên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi meşekê hatin şermezarkirin.

Meşê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li ber Şaredariya Gel destpê kir.

Girseya gel dirûşma "Bijî Berxwedana Şêxmeqsûd" qîriya û bi pankarta bi nivîsa "Li dijî dagirker û kujeran bibin yek" heta avahiya Tevgera Ciwanên Şoreşger meşiya.

Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Hêvîdar Celo êriş û komkujiyên hikumeta veguhêz şermezar kir û diyar kir ku berxwedana xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destaneke ji lehengiyê ye. Hêvîdar Celo destnîşan kir ku wê li ser xeta Ziyad Heleb berxwedanê dewam bikin.