ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Heyva Sor a Kurd banga berdana endamên xwe kir
Heyva Sor a Kurd nasnameya xebatkarên xwe yên li Helebê hatin binçavkirin eşkere kir û ragihand ku girtina wan binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û divê tavilê bêne berdan. -
Şahidên berxwedana Şêxmeqsûdê: Êriş giran bû, berxwedan jî xurt bû
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kirin ku êrişên li ser herdu taxan bi tank û droneyan hate kirin û bi taybetî cihên sivîl û qadên tenduristiyê dihatin hedefgirtin. -
Cenazeyê Ziyad Heleb wê sibe bê veşartin
Li Kantona Firatê bi hezaran kesî cenazeyê endamê Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê şehîd Ziyad Heleb pêşwazî kirin. Sibe wê ji bo şehîd merasîm bê lidarxistin. -
'Li dijî kiryarên hovane divê her kesên xwedî wijdan rabin ser piyan'
Gaziyên Jin ên Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên hovane yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bang li her kesên xwedî wijdan kir ku rabin ser piyan. -
Êrîşên nemirovane li ser Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê têne kirin
Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ên Helebê ku piraniya niştecihên wan Kurd in, rastî êrîşeke sîstematîk û trajîk hatin ku ev êrîş wekî sûcekî şer li dijî mirovahiyê têne pênasekirin. -
Komên çete derdora Bendava Tişrînê bombebaran dikin
Êrîşên komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li ser Bendava Tişrînê dewam dikin, li herêmê tevgera zêde ya balafirên şer û dorneyên xwekuj heye. -
Cenazeyê Fermandar Ziyad Heleb di nava kolanên Kobanê de hat gerandin
Bi hezaran gelê kantona Firatê cenazeyê Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê şehîd Ziyad Heleb pêşwazî kir û di nava kolanên Kobanê re bi erebeyan gerand. -
Li Şêxmeqsûdê 3 xebatkarên Heyva Sor a Kurd hatin revandin
Heyva Sor a Kurd ragihand ku çeteyên hikumeta demkî 3 endamên wan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê revandin û diyar kir ku hewldan bi rêxistinan re tên kirin ku werin berdan. -
Navê şehîd Ziyad Heleb li pitikê nû jidayikbûyî hat kirin
Malbata Ebufesih ê ji Serêkaniyê, navê endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ziyad Heleb ku di berxwedana Şêxmeqsûdê de şehîd bû, li pitikê xwe yê nû jidayikbûyî kirin. -
Ji bo şehîdên Şêxmeqsûdê li Qamişloyê mûm hatin pêxistin
Xwendekarên Zanîngeha Rojava û xelkên bajarê Efrînê yên li bajarê Qamişloyê ji bo bibîranîna şehîdên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê mûm pêxistin. -
QSD: Wezareta Parastinê ya Şamê agahiyên ne rast parve dike
QSDˊê ragihand ku "Wezareta Parastinê" ya hikumeta demkî îdia kir ku tevger an jî sewqiyetên leşkerî yên QSDˊê li eniya Dêr Hafirê hene, lê ev agahî derew in. -
Komkujiya li Şêxmeqsûdê li Dêrazorê hat şermezarkirin
Gelê kantona Dêrazorê komkujiyên ku çeteyên hikumeta demkî li dijî xelkê taxên Şexmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê kirine, şermezar kirin û bang li Hêzên navneteweyî kir ku sûcdaran ceza bikin. -
Cenazeyê Şehîd Ziyad Heleb li Kobanê bi girseyî hat pêşwazîkirin
Li kantona Firatê cenazeyê Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê şehîd Ziyad Heleb ji aliyê deh hezaran ve hate pêşwazî kirin. -
Li Qamişloyê bi hezaran kes karwana ku ji Dêr Hafirê vegeriya pêşwazî kir
Bi hezaran kesên ji bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dirûşmên “Şehîd namirin û bijî berxwedana Şêxmqsûd” û nîşaneya serkeftinê pêşwaziya karwana ji Dêr Hafirê vegeriya kirin. -
Heyva Sor a Kurd: Nêzî 100 birîndar ji Şêxmeqsûdê hatin derxistin
Heyva Sor a Kurd ragihand ku vê sibehê nêzî 100 birîndar ji taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê derxistine û got; "Hîna peywendî berdewam in, ger agahiyên rast ên li ser birîndarên din hebin, werin derxistin." -
Komkujiyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin şermezarkirin
Kongreya Îslama Demokrtîk, Meclisa Tenduristiyê ya Çilaxa û Meclisa Kongra Star a kantona Firatê komkujiyên ku çeteyan li taxên Helebê pêk anîne, şermezar kirin. -
Ji Hêzên Ewlekariya Şêxmeqsûd sererastkirin: Fermandarê me Azad Heleb şehîd neketiye
Hêzên Ewlekariya Şêxmeqsûdê daxuyaniyeke sererastkirinê weşand û diyar kir ku fermandarê wan Azad Heleb şehîd neketiye. -
46 birîndar rakirin nexweşxaneyên li Reqayê
Mirovên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê di êrişên çeteyên dewleta Tirk û hikumeta veguhêz a Şamê de birîndar bûn, rakirin nexweşxaneyên li Reqayê. -
Xelkên Kantona Cizîrê berxwedana Helebê silav kirin
Li çar bajarên Kantona Cizîrê berxwedana li dijî êrîşên komên çeteyan ên li ser sê taxên Helebê, hate silavkirin. -
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi sedan kes hatin revandin
Çeteyên ser bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi sedan kes revandin. Li gorî agahiyan çeteyan jin birin mizgeftan, mêr jî birin devereke nayê zanîn. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Ziyad Heleb bi ruhê fedaî şer kir û şehîd bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li taxên Şêxmesûd û Eşrefiyê yek ji fermandarên berxwedanê Ziyad Heleb bi ruhê fedaî şer kir û şehîd bû. -
Xwendekarên Zanîngeha Kobanê êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin
Xwendekarên Zanîngeha Kobanê, li dijî êrîşên li ser herdu taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daketin qadan û kiryarên çeteyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yên girêdayî dewleta Tirk şermezar kirin. -
'Droneya li Helebê hate bikaranîn, ji bo li dijî çeperên Rûs bêne bikaranîn hatibû dayin'
Malpereke înternetê ya li Ûkraynayê weşanê dike ragihand ku droneya li avahiyeke li Helebê xist droneyeke Ûkraynayê ye û beriya niha ji bo li dijî çeperên Rûs bêne bikaranîn radestî Hikumeta Şamê ya Veguhêz hatibû kirin. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn. Nexweşxaneya Xalid Fecir hate valakirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Şêxmeqsûdê diyar kirin ku Nexweşxaneya Xalid Fecir hatiye valakirin û nasnameya şehîdan wê piştre bi raya giştî re bêne parvekirin. -
Ji Rêveberiya Xweser daxuyaniya têkildarî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Rêvebeiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êrişên li dijî mirovahiyê û sûcên şer hatin kirin û destnîşan kir ku yên komkujî û heqaret kirin wê bêceza nemînin.