'Droneya li Helebê hate bikaranîn, ji bo li dijî çeperên Rûs bêne bikaranîn hatibû dayin'

Malpereke înternetê ya li Ûkraynayê weşanê dike ragihand ku droneya li avahiyeke li Helebê xist droneyeke Ûkraynayê ye û beriya niha ji bo li dijî çeperên Rûs bêne bikaranîn radestî Hikumeta Şamê ya Veguhêz hatibû kirin.

LI HELEBÊ ÊRIŞA BI DRONEYÊ

Malpera Ukraine News'ê ragihand ku droneya li dijî avahiyeke li Helebê hate bikaranîn droneya Ûkraynayê ye.

Li gorî posteke li ser platforma "X", drone modela Lyutsky bû û berê ji çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re hatibû dayîn da ku êrişî çeperên leşkerî yên Rûsyayê yên li hundirê Sûriyeyê bikin.

Malperê zêde kir ku dron niha di "kampanyayeke propagandayê" li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk tê bikaranîn.