BI DÎMEN

Cenazeyê Şehîd Ziyad Heleb li Kobanê bi girseyî hat pêşwazîkirin

Li kantona Firatê cenazeyê Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê şehîd Ziyad Heleb ji aliyê deh hezaran ve hate pêşwazî kirin.

Cenazeyê Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê şehîd Ziyad Heleb gihîşt Kobanê. Gelê kantona Firatê bi girseyî şehîd Ziyad li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya Kobanê pêşwazî kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku “Hevalê me Ziyad Heleb (Ziyad Qedûr) ku di Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de cih digirt di berxwedaniya dîrokî ya Eşrefiyê û Şêxmeqsûd de, 10’ê Çileya 2026’an gihîşte şahadetê."