ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD: Dewleta Tirk û komên Şamê qadên sivîl bombebaran dikin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û komên Şamê li herêma Dêr Hafir a Tebqayê qadên sivîlan bombebaran dikin. -
Du şehîd li Hesekê hatin veşartin
Şervanê QSD'ê Hebûn Rojava (Ebdulkerîm Biro) û Endamê Hêzên Parastina Civakî (HPC) Fayîz El hemze li Şehîdgeha Şehîd Dijwar bi merasîmekê hatin veşartin. -
Ji bo şehîd Sarya Qamişlo merasîma bîranînê
Ji bo endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Sarya Qamişlo merasîmeke bîranînê hate lidarxistin û konê sersaxiyê hate vedan. -
Êrişên li ser Şêxmeqsûdê: 1 şehîd, 2 birîndar
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li Helebê ragihandin ku komên ser bi hikumeta veguhêz çar caran li pey hev êriş birin ser taxa Şêxmeqsûdê û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn. -
Dîlana ku ji qada Şehîd Egîd destpê kir, li Bendava Tişrînê qediya
Gel li Bendava Tişrînê dîrokeke nû nivîsand, dîlana ku ji qada Şehîd Egîd destpê kir, li bendavê temam kirin. Her kes li dora agir kom bibûn, stran digotin, li aliyê din dîlan digerandin. Dahola cengê lê dida û berxwedana Bendava Tişrînê bi ser ket. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehadeta endamekî xwe ragihand
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku ku endamê wan Mihemed El Xelef di encama krîza dil de şehîd bûye. -
Li bakurê Şêxmeqsûdê êrişa bi droneyê: 2 kes birîndar bûn
Hêzên ser bi Hikumeta Veguhêz bi droneyê êriş birin ser bakurê taxa Şêxmeqsûd a Helebê. Di encamê de 2 kes birîndar bûn. -
Ronahî Dêrik: Em bi rola ku Rêbertî daye gaziyan serbilind in
Ronahî Dêrik diyar kir ku Rêber Apo di şoreşa Kurdistanê de rola pêşengtiyê daye gaziyan û got, “Em jî bi vê serbilind in ku Rêber Apo rol û mîsyoneke wer daye gaziyan.” -
'Li Tişrînê şerê gel ê şoreşgerî bi ser ket'
Şervanên QSD'ê di salvegera 1'emîn a berxwedana Bendava Tişrînê de axivîn û gotin, "Berxwedana Tişrînê serketina şerê gel ê şoreşgerî ye. Bi gelê me re berxwedaneke dîrokî ya weke Stalingrad û Keleha Dimdimê hate nîşandan." -
Li Dêr Hafirê qadên sivîl tên bombebarankirin
QSD’ê diyar kir ku komên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li bajarê Dêr Hafirê qadên sivîl bombebaran dikin û destnîşan kir ku mafê şervanên QSD’ê heye ku di çarçoveya parastina rewa de bersiva çavkaniya êrîşan bidin. -
Li Humsê êrîşa çekdarî: 3 kes hatin qetilkirin
Çekdaran li gundewarê bajarê Humsê êrîşî dikanekê kir, di encamê de 3 kes hatin qetilkirin. -
Rêveberiya Xweser: Azadiya fikrî û tevlîbûna siyasî divê bê garantîkirin
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk diyar kir ku mafê tevlîbûna siyasî, azadiya fikrî û xwepêşandanên aştiyane yên Sûriyeyiyan bêne parastin. -
‘Li Helebê êrîşeke hovane heye ku mînaka wê nîne’
Li taxên weke Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zeyd ên Helebê çar meh in sotemenî, ard û derman nikarin bêne derbaskirin û jiyan bi temamî bi jeneratoran ve girêdayî ye. Dr. Osman Şêx Îsa got, "Ev yek cezakirineke kolektîf e" û bang li civaka navneteweyî kir. -
Altan: Li Iraq û Sûriyeyê zêdeyî 2 hezar û 500 DAÎŞ'iyên çalak hene
Rojnamevan Erdogan Altan bal kişand ser hewldanên jinûve zindîkirina DAÎŞ'ê û got, "Niha li Iraq û Sûriyeyê zêdeyî 2 hezar û 500 çeteyên DAÎŞ'ê yên çalak hene." -
QSD: Di hevdîtinê de dosyaya entegrasyona leşkerî hat nîqaşkirin
Navenda Ragihandina QSD’ê ragihand ku fermandarên QSD’ê bi rayedarên hikumeta veguhêz re entegrasyona leşkerî nîqaş kirine û her du aliyan li ser berdewamkirina civînan li hev kirine. -
Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê ciwanek revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker, ciwanê bi navê Henan Ebdurehman Şeqef li bajarê Şiyê revand û erebeya wî desteser kir. -
Ferhad Şamî: Nîqaşên derveyî civînê rastiyê nîşan nade
Rêveberê Nivîsgeha Ragihandinê ya QSDˊê Ferhad Şamî diyar kir ku her tiştê li derveyî çarçoveya civînê were nîqaşkirin hûrgiliyên wê nîşan nade, wê hûrgilî û encamên civînê piştî bidawîbûna şêwiran werin ragihandin. -
Çeteyan li Efrînê jinek ciwan revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker, ji bajarê Şera yê Efrînê jinek ciwan revandin. -
Civîna QSD’ê û Hikûmeta Demkî bi dawî bû
Civîna fermandarên QSD’ê û Hikûmeta Demkî ya di çarçoveya nîqaşên entegrasyona leşkerî de, bi dawî bû. -
Li Helebê Meclîsa Tenduristiyê nerazîbûn nîşanî ambargoyê da
Meclîsa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zeyd diyar kir ku ji ber ambergoya hikumeta veguhêz xizmetên tenduristiyê li ber rawestînê ne û bang kir ku ambargo tavilê bi dawî bibe. -
Şandeya leşkerî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şamê ye
Têkildarî mijara entegrasyonê, fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) çûn Şamê. -
QSD: Hevrêyên me Emar û Xebat şehîd bûn
Hate ragihandin ku şervanên QSD'ê Emar di şerê li dijî çetayn de, Xebat Reqa jî ji ber qezaya trafîkê şehîd bûn. -
QSD: Hikûmeta veguhêz xaleke me ya kontrolê hedef girt
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku komên çekdar ên hikumta veguhêz a Sûriyeyê bi 2 dronên xwekuj êriş birin ser xaleke wan li gundewarê Reqayê. -
Hikumeta Veguhêz Siwêdayê topbarankir: Birîndar hene
Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê derdora bajarê Siwêdayê topbaran kir, di encamê çend kes birîndar bûn. Li derdora El Mensûra jî pevçûn rû dan. -
QSD: 4 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin
QSD’ê ragihand ku li Reqayê bi hevkariya Hevpeymaniya Navneteweyî, operasyonek li dijî şaneyek çeteyên DAÎŞ’ê pêk anî, di encamê de 4 çete hatin girtin û çek û alavên ragihandinê yên ku ji bo êrîşan dihatin bikaranîn, desteser kirin.