‘Îdîayên ku dibêjin hikumeta demkî Şêqmeqsûd xistiye bin kontrolê, ne rast in’

Hêzên Ewlekariya Hundirîn got, îdîayên ku dibêjin hikumeta demkî ji sedî 90’ê taxa Şêxmeqsûdê xistiye bin kontrolê, ne rast in.

BERXWEDANA LI HELEBÊ

Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê îdia kir ku wan ji sedî 90’ê taxa Şêxmeqsûdê kontrol kiriye. Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb bi daxuyaniyekê ev îdia derewand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Wezareta Parastinê ya hikumeta Şamê îdia kir ku wê ji sedî 90’ê taxa Şêxmeqsûdê kontrol kiriye. Em teqez dikin ku ev îdia derew in, xapandin e û tu rastiya wan tune ye. Lê di çarçoveya hewldanên binkeftî de tên belavkirin da ku sûc û binpêkirinên mezin ên ku milîsên Şamê li dijî sivîlan pêk tînin, veşêrin.

Li ser erdê, li eniyên taxa Şêxmeqsûdê şerên dijwar ên kolanan li dijî milîsên hikumeta Şamê tên kirin û derbên giran li wan hatine xistin.

Her wiha êrişên hovane yên bi tank û obîsan li ser taxê dewam dikin. Ev êriş sûcên sîstematîk in, armanc jî belavkirina tirsê di nava şêniyan de, wêrankirina binesazî û nexweşxaneyan e ku binpêkirina tevahî qanûn û pîvanên navneteweyî û mirovî ye.”