Hikûmeta demkî ketina karwana Heyva Sor a Kurd ji bo Helebê asteng dike

Karwana Heyva Sor a Kurd ya ji 15 kamyonên mirovî û alîkariyê pêk tê, ji aliyê hikûmeta demkî ve di ketina Helebê de tê astengkirin.

LI HELEBÊ ŞER

Karwana Heyva Sor a Kurd a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji 15 kamyonên mirovî û alîkariyê pêk tê, tevî tîmên bijîşkan û derman li bendê ye ku korîdorek ewle vebe, da ku derbasî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê bibe.

Desthilatên hikûmeta demkî qedexe dikin ku korîdoreke ewle vekin û rêya di navbera Dêr Hafir û Helebê de girtine.

BERSIVA BANGA MECLÎSA GEL E

Hemwextî êrîşên çeteyên hikûmeta demkî yê Sûriyeyê yên ji 6ˊê Çileyê heta vê kêliyê ve li dijî taxên Helebê, Heyva Sor a Kurd hewl da bersivê bide banga Meclîsa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, birîndaran rizgar û derman bike.