Li Helebê derbeyek giran li çeteyan hat xistin
Çeteyên ku hewl didan bikevin kolana Zixûr ê taxa Şêxmeqsûd derbeyek mezin xwarin. Gelek çete hatin kuştin û 3 dronên çeteyan hatin xistin.
Çeteyên ku hewl didan bikevin kolana Zixûr ê taxa Şêxmeqsûd derbeyek mezin xwarin. Gelek çete hatin kuştin û 3 dronên çeteyan hatin xistin.
Çeteyên hikûmeta demkî ku xwest ji aliyê kolana Zixûr de derbasî taxa Şêxmeqsûdê bibin derbên giran ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve xwarin. Di encamê de gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn û êrîş hat şikandin. Qad bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin.
Li gorî hatî ragihandin çeteyan zêdetirî 30 ambûlans şandine cihê pevçûnê ji bo ku kuştî û brîndarên xwe rakin.
Çeteyan di aliyê hola Medya de jî êrîş dane destpêkirin û li 3 noqteyan di navbera çeteyan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Şêxmeqsûd de şer û pevçûn berdewam dikin.
Di heman pevçûnan de 3 doronên çeteyan jî hatine xistin.