ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Reqayê cenazeyên 2 şehîdan hatin veşartin
Cenazeyên şehîdên QSD’ê Ebdurehman El Xelef û Mihemed Taha El Mistefa li Reqayê hatin veşartin. -
Prof. Bezwan: Modela ku Tirkiye ji bo Sûriyeyê ferz dike, pêşnûmeya şerekî navxweyî ya nû ye
Profesor Naif Bezwan diyar kir, modela ‘entegrasyona ferdî’ û ‘navendperestiya zêde’ ya ku Tirkiye ferz dike, wê Sûriyê ne ber bi aştiyê, ber bi parçekirinek kûrtir ve bibe û got, çareserî di modela rêveberiya federal a bi îradeya gelan têşe digire de ye. -
Ordo ab Chao: Li Rojava pergala ku ji kaosê derket holê
Destketiya mezin aqilê ku heta niha Rojava û Bakurê Sûriyeyê birêve dibe ne tenê berxwedana di nav kaosê de ye, pêkanîna jiyanê ye jî. Ji niha û pê ve aliyê diyarker ew e ku ev kapasîteya jiyanê dê çiqas were parastin. -
Parêzer Elaedîn Kalo, li Til Hasilê hat revandin
Parêzer Elaedîn Xalid Kalo yê ji bajarokê Til Hasilê yê başûrê Helebê, ji aliyê komeke çekdar a girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve hate revandin. -
Derdora Keleha Helebê ji aliyê balafireke nenas ve hat bombebarankirin
Derdora Keleha Helebê ya Sûriyeyê ji aliyê balafireke nenas ve hat bombebarankirin. -
Li Reqayê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin
QSDˊê ragihand ku hêzên wan li gundewarê Reqayê bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke ewlehiyê li dijî çeteyekî DAÎŞˊê lidarxistine û çeteyekî DAÎŞ’ê girtine. -
QSDˊê îdiayên ku dibêjin êrîşî Firqeya 17ˊan û Bokemalê kirine derewandin
QSDˊê îdiayên ku dibêjin hêzên wan êrîşî navenda Firqeya 17ˊan û Bokemalê kirine derewandin. -
‘Berxwedana Elewiyan li Sûriyeyê dikare rê li ber pêşerojeke demokratîk veke’
Azîz Tûnç têkoşîna civakî ya ku li dijî komkujiyên Elewiyan ên li Sûriyeyê pêş ket nirxand û destnîşan kir ku xeta berxwedan û têkoşînê ku ji aliyê Elewiyan ve hatiye pêşxistin, dînamîkeke ku dikare li Sûriyeyê rê li ber pêşerojeke demokratîk veke. -
Mazlûm Ebdî bi wesîleya sala nû serdana şervanên QSD’ê kir
Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî bi wesîleya sala nû serdana nuqteyên leşkerî yên şervanên QSDˊê kir û ji bo fedakariya wan spasiya wan kir. -
Di sala 2025’an de li Sûriyeyê zêdeyî 9200 kes hatin qetilkirin
Li gorî bîlançoya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di sala 2025’an de li Sûriyeyê 9 hezar û 200 kes ku piranî jin û zarok in, hatin qetilkirin. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bîlançoya 2025’an eşkere kir
Li gorî bîlançoya 2025’an a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ku li dijî êrîş, rêxistinên sûc, hişbir û tundiya li ser jinê bi sedan operasyon hatine pêkanîn, bi hezaran kes hatine girtin, gelek çek û cebilxane hatine desteserkirin. -
Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Apo bang kir
Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bang li rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo zextê li dewleta Tirk bikin. -
Ciwanên Kantona Firatê: Peyama Rêber Apo ji bo me talîmat e
Ciwanên Kantona Firatê diyar kirin ku peyama Rêber Apo ya ji ciwanan re ji bo wan talîmat e û ew ê peyamê bikin xeta xwe ya têkoşînê. -
QSDˊê bersiv da êrîşên bi dronê yên li ser derdora Bendava Tişrînê
Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku hêzên wan li derdora Bendava Tişrînê bersiva êrîşên bi dronê yên komên hikumeta veguhêz da. -
Rêveberiya Xweser 1'ê Çileyê kir betlane
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku 1'ê Çileyê kiriye betlaneya fermî. -
Hêzên hikumeta Şamê bombe li derdora Bendava Tişrînê barandin
Hate ragihandin ku hêzên çekdar ên ser bi hikumeta Şamê êriş birin ser derdora Bendava Tişrînê. Êrişa dawî bi droneyên kamîkaze hate kirin. -
Li gelek deverên perav û naverasta Sûriyeyê bûyerên tundiyê
Duh êvarê li gelek deverên perav û naverasta Sûriyeyê bûyerên tundî û binpêkirinan rû da. -
Nîdal Hawarî: Çareserî piştevaniya gelan û Sûriyeyeke federal e
Nivîskarê lêkolîner Nîdal Hawarî anî ziman ku kokujiyên li hemberî Elewiyên li Sûriyeyê bi rêk û pêk bûne û got, rawestandina van komkujiyan tenê bi piştevaniya gelan û sîstemeke nenavendî û federal dibe. -
Sozdar Hacî: Divê hemû pêkhateyên li Sûriyeyê bi nasnameya xwe bijîn
Endama Fermedariya Giştî ya QSD û YPJ’ê şehîdên şoreşê bi bîr anîn û ji bo tevahiya gelan hêviyên xwe yên jiyaneke azad û demokratîk ji bo sala nû anîn ziman -
HTŞ'ê di nava salekê de zêdeyî 2 hezar Elewî qetil kir
Di nava salekê de ku HTŞ'ê Şam bi dest xist, di êrişên li ser Elewiyan de zêdeyî du hezar kes hatin kuştin; revandina jin û zarokan, destavêtin û zewicandina bi zorê zêde bûn. -
Xwepêşandarên Hema û Misyafê hatin binçavkirin
Hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li gundewarê rojavayê Hemayê û herêma Misyafê, dest bi binçavkirina welatiyên duh tev li xwepêşandanên aştiyane bûn, kir. Her wiha êrîşên li ser mal û milkên Elewiyan li Laziqiyê berdewam dikin. -
Derdora Bendava Tişrînê hat bombebarankirin; 3 şervanên QSD’ê birîndar bûn
QSD’ê ragihand ku komên girêdayî hikûmeta demkî bi çekên giran derdora tesîsa Bendava Tişrînê bombebaran kirin û di encamê de 3 şervan birîndar bûn. -
Berf û seqemê êşên koçberên Waşûkanê zêdetir kirin
Pêla seqemê û barîna berfê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zehmetî û êşên koçberên kampa Waşûkanî ya li gundewarê Hesekê zêdetir kirin. -
Hêzên Îsraîlê êriş birin ser Quneytîrayê
Hêzên artêşa Îsraîlê bi çekan êriş birin ser zeviyên li bejahiya başûr a Quneytîrayê. -
834 koçberên Iraqî ji Kampa Holê derketin
Di çarçoveya hevkariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîteya Koç û Koçberan a Parlamenta Iraqê de beşeke din a koçberên Iraqî yên li Kampa Holê vegeriyan welatê xwe.