SOHR: Li Helebê xebatkarên nexweşxaneyê hatin înfazkirin
Hate ragihandin ku li taxa Eşrefiyê ya Helebê, hêzên Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz 2 xebatkarên nexweşxaneyê înfaz kirine.
Hate ragihandin ku li taxa Eşrefiyê ya Helebê, hêzên Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz 2 xebatkarên nexweşxaneyê înfaz kirine.
Li gorî agahiyên gihîştin Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) hêzên Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz û milîsên wê roja Pêncşemê piştî ku ketin nava taxa Eşrefiyê du personelên li Nexweşxaneya Osman înfaz kirin.
Hate ragihandin ku kesên ahtin qetilkirin Dr. (A.A.) ê sal 1989'an ji dayik bû û li nexweşxaneyê dermanfiroş bû û apê wî (A.A.) ê li heman nexweşxaneyê teknîsyen bû. Agahiyên ji malbatan hate wergirtin û dîmenên bûyerê înfazê piştrast dikin.