Serokê Durzî: Êrîşan rawestînin

Serokê Rûhanî yê Civaka Misilmanên Miwehidîn a Durziyan şêx Hikmet El Hicrî êrîşên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kirin û bang li civata navneteweyî kir ku êrişan bi dawî bikin û sivîlan biparêzin.

Serokê Rûhanî yê Civaka Misilmanên Miwehidîn a Durziyan şêx Hikmet El Hicrî daxuyaniyek nivîskî parve kir. El Hicrî "Êrişa berdewam a hovane li dijî sivîlên li deverên Kurd ên Azad ên Helebê ji hêla hêzên hikumeta û çeteyên tundraw ên girêdayî wê li dijî sivîlan şermezar kir."

El Hicrî bang li dewletên cîhanê û aliyên navneteweyî kir ku rola xwe ya bidawîkirina van binpêkirinan û êrişên li dijî pêkhateyan rawestînin.

Şêx Hikmet El Hicrî destnîşan kir ku hemwextî van êrişan agahiyên derew jî tên parvekirin ku rastiyê berovajî bikin û hişyarî ji bo van êrişan da û got ew bi armanca guhertina demografîk in, gefên qirkirina pêkhateyan dixwazin.

El Hicrî got serokatiya Ruhanî ya Durziyan li kêlek Kurdan e ku mafên xwe yên dîrokî, erdnîgarî û mirovî bi dest bixin.