NÛ BÛ

Di êrîşa Dêr Hafirê de zarokek û sivîlek hat qetilkirin

Êrîşên komên çete ku dewleta Tirk piştgirî dide, li ser Dêr Hafirê dewam dikin. Di êrîşên li ser du cihên cuda de, zarokek 11 salî û welatiyek 65 salî hat qetilkirin û gelek sivîl birîndar bûn.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku "Komên hikumeta Şamê,  malek sivîl a bi ser Nexweşxaneya Fedawî ya li naverasta Dêr Hafirê de hedef girt, di encamê de hejmarek sivîl birîndar bûn."

Piştî daxuyaniyê, bi dijwarî navenda Dêr Hafirê bombebaran kirin. Di êrîşê de zaroka bi navê Fatme El Ehmed a 11 û Ebduletîf El Şêx El Hisên (65)  hatin qetilkirn û zarokê bi navê Xelef Hilal ê 16 salî birîndar bû.