Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir di bin topbaran dijwar de ye
Çeteyên Şam û Enqreyê bi dijwarî Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê topbaran kirin.
Çeteyên Şam û Enqreyê bi dijwarî Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê topbaran kirin.
Komên çete yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ku ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve tên pitgirîkirin, êrişek dijwar li dijî Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê pêk anî.
Ev nexweşxane nuqteya tibî ya yekane li taxê ye ku xizmetê dide bi hezaran welatiyên taxên Şêxmeqsûd, Eşrebiyê û Benî Zêd dike, di heman demê de gelek kesên ji ber êrişan birîndar bûne bi derfetên herî kêm tedawî dibin, hene.
Duh jî 4 caran li pey hev bi dijwarî hat topbarankirin, kehrebe qut bû. Bi vê êrişa dijwar re wê karesatek mirovî li ser jiyana welatî û birîndaran çêbibe.