Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Şêxmeqsûdê derbe li çeteyan dan

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê, bersivek tund da komên çete yên Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê û windahiyên mezin dan wan. Li herêmê pevçûn dewam dikin.

Êrîşên komên çete yên ku piştgiriya xwe ji dewleta Tirk digirin, li ser taxa Şêxmeqsud didomin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî bersivên tund didin êrişên bi tank û topan.

Hat ragihandin ku hêzên ewlekariyê li derdora Şêxmeqsud li komeke qelebalix a çeteyan xistiye û çeteyan windahiyên mezin dane. Lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Şer û pevçûn bi dijwarî didomin.

Komên çete bi tank, top û çekên giran taxê bombebaran dikin.