BI DÎMEN

Dîmenê hovîtiya çeteyan a li nexweşxaneyê

Dîmenên ji Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li Şêxmeqsûdê hovîtiya çeteyan raxist pêş çavan.

Komên çete yên li nava Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê ku piştgiriyê ji dewleta Tirk digirin, ji 6'ê Çileyê û vir ve bi çekên giran êrişê dibin ser taxên Eşrefiyê, Şêxmeqsûd û Benî Zêd ên Helebê.

Di êrişan de gelek sivîl şehîd bûn, gelek jî birîndar bûn. Cihên ku dibin hedefa êrişan jî bi giranî malên sivîlan û saziyên xizmetê ne. Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir piştî êrişê ji xizmetê derket.

Dîmenên li nexweşxaneyê hatin kişandin hovîtiya çeteyan û felaketa mirovî ya li herêmê radixin pêş çavan.