ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Çeteyên Hikûmeta Demkî bombe li Dêr Hafirê barandin
QSD’ê ragihand ku çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê di van kêliyan de bi çekên giran bombe li bajarê Dêr Hafirê dibarîne. -
Asayîşa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Şervan Rojvan şehîd bû
Asayîşa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ragihand ku endamê wan Şervan Rojvan 7’ê Çileya 2026’an şehîd bû. -
Şêniyên Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxayê êrîşên li ser Helebê şermezar kirin
Bi hezaran şêniyên bajarên Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxayê êrîşên li ser taxên Helebê şermezar kirin û gotin, li dijî her cure zext û êrîşê biryardariya têkoşînê zêde dibe. -
Ji bo fermandar Ziyad Heleb li Qamişloyê meş hate lidarxistin
Ji bo yek ji fermandarên berxwedana taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd Ziyad Heleb li Qamişloyê meşeke girseyî hate lidarxistin. -
Şehîd Ziyad, Birûsk û Malik li Kobanê hatin veşartin
Fermandar Ziyad ê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê di berxwedana li dijî çeteyan de şehîd bû û şehîd Birûsk û Malik li Kobanê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
Li Dêrikê bi hezaran kes ji bo şehîdên Şêxmeqsûdê daketin qadan
Li Dêrikê bi hezaran kes ji bo bîranîna şehîdên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd meşiyan. -
Li Kantona Cizîrê dikan nehatin vekirin
Ji bo bîranîna şehîdên berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li Kantona Cizîrê dikan nehatin vekirin. Şêniyên kantonê xwe ji bo xwepêşandanên girseyî amade dikin. -
Çeteyên hikumeta veguhêz li Dêr Hafirê bombe li pirekê barandin
Çeteyên ser bi hikumeta veguhêz bombe li pira Um Tina ya li bakurê Dêr Hafirê barandin. -
49 malbat û 115 birîndar gihîştin kampa li Tebqayê
Heyva Sor a Kurd ragihand ku ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 49 malbat û 115 birîndar gihîştin Kampa Têkoşîn a li Tebqayê û banga alîkariyê kir. -
Nasnameya 2 şehîdên berxwedana Şêxmeqsûdê hate eşkerekirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamên wan Leyla Qasim û Gerîla Amara di berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de şehîd bûn. -
Hunermendê ku di êrişa çeteyan de birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Hunermend Mihemed Elî Hesen Hebîb ê li taxa Şêxmeqsûdê di êrişa çeteyên hikumeta veguhêz a Şamê de birîndar bû, jiyana xwe ji dest da. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin berxwedana jinê ya li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Jinê fedakariya jinan a li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav kir. -
Li Kobanê merasîma ji bo veşartina cenazeyê şehîd Ziyad Heleb destpê kir
Bi deh hezaran kes ji bajarên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo veşartina cenazeyê şehîd Ziyad Heleb li Kantona Firatê kom bûne. Merasîm bi Henayê destpê kir. -
Berxwedêrê Şêxmeqsûd: Yên êriş dikirin dewleta Tirk û DAÎŞ bûn
Bangîn Heleb ê li Şêxmeqsûdê li dijî çeteyan li ber xwe da, diyar kir ku yên li Helebê êriş dikirin çeteyên DAÎŞ'ê bûn. -
Koma Cûdî: Em ê li dijî her êrişa li ser gelên Kurdistanê li ber xwe bidin
Endamên Koma Cûdî têkildarî salvegera yekemîn a Berxwedana Tişrînê axivîn û gotin, "Li dijî gelên me yên Kurdistanê li ku derê êriş bê kirin, em ê bi şervanên xwe re bin û tevlî berxwedanê bibin." -
Gelê Til Temirê bertek nîşanî sûcên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dan
Ciwanên Şoreşger û şêniyên bajarê Til Temir êrîş û komkujiyên li dijî gelê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi meşeke girseyî şermezar kirin. -
Xwendekarên Peymangeha Hunerê şehîdên Şêxmeqsûdê bi bîr anîn
Xwendekarên Peymangeha Bilind a Hunerê ya Rojavayê Kurdistanê ya Dêrikê ji bo bibîranîna şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê mûm pêxistin. -
NADA’yê êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kir: Bêdengî hevkarî ye
Hevgirtina NADA’yê, êrîşên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên ji aliyê çeteyên hikumeta demkî û dewleta Tirk ve hatin kirin û dewam dikin şermezar kirin û bêdengiya navneteweyî, kiryarên medyayê mîna "şerm" bi nav kir. -
QSD'ê li dijî hewldanên kişandina herêmê ber bi rageşiyê re hişyarî da
QSDˊê têkildarî parvekirina agahiyên şaş ji hêla ˋWezareta Parastinêˊ ya hikumeta demkî ve û kişandina herêmê ber bi rageşiyê ve hişyarî da. -
Xelkê Reqayê cenazeyê şehîd Miyar El Mirîî veşart
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Miyar El E Mirîî veşart û belgeya şehadetê radestî malbata wî kir. -
Heyva Sor a Kurdistanê: Xebatkarên tenduristiyê divê bê şert û merc bên berdan
Heyva Sor a Kurdistanê têkildarî xebatkarên tenduristiyê yên li Helebê hatine binçavkirin, daxuyanî da û banga kir ku bê şert û merc bên berdan. -
Xelkê Helebceyê ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê meşiya
Xelkê Helebceyê ji bo piştgiriya bi gelên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê meşiya û diyar kir ku bûyerên li herdu taxên Kurdan qewimîn sûcê şer in. -
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê mirov têne revandin
Çeteyên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê nahêlin saziyên çapemeniyê û sivîl bikevin taxa Şêxmeqsûd. Li taxê gelek kes têne revandin. -
Jinên Kobanê: Çawa ku Kobanê bi pêşengtiya jinan bi ser ket wê Şêxmeqsûd jî bi ser bikeve
Bi sedan jinên ji Kantona Firatê ji bo berxwedana her du taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê daketin qadan û êrîşên li ser her du taxan protesto kirin. -
Dewleta Îranê xetên telefonê yên li girtîgehan birî
Dewleta Îranê ji bo binpêkirin û zexta li girtîgehan nehê bihîstin, ji 9'ê Çileyê û vir ve hemû xetên telefonê yên li girtîgehan birî ye.