Hunermendê ku di êrişa çeteyan de birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Hunermend Mihemed Elî Hesen Hebîb ê li taxa Şêxmeqsûdê di êrişa çeteyên hikumeta veguhêz a Şamê de birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.
Hunermend Mihemed Elî Hesen Hebîb ê li taxa Şêxmeqsûdê di êrişa çeteyên hikumeta veguhêz a Şamê de birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.
Malpera Efrîn El-An ragihand ku hunermendê Efrînî Mihemed Elî Hesen Hebîb ku di êrişa çeteyên dewleta Tirk û hikumeta veguhêz a Şamê de li taxa Şêxmeqsûd birîndar bû 10'ê Çileyê jiyana xwe ji dest da.
Heman çavkaniyê ragihand ku dema cenazeyê hunermend ji bo veşartinê dibirin Efrînê, lê belê li benda Kontrolê ya Ewarid a taxa Şêxmeqsûdê hate rawestandin û ji malbata hunermend 2 kes ji aliyê çeteyan ve hatin revandin.
Li gorî agahiyan kesên hatin revandin kurê hunermend Qasim Mihemed Hebîb (22) û zavayê wî Remedan Hesko ne û aqûbeta wan hîn nayê zanîn.