Li Kobanê merasîma ji bo veşartina cenazeyê şehîd Ziyad Heleb destpê kir
Bi deh hezaran kes ji bajarên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo veşartina cenazeyê şehîd Ziyad Heleb li Kantona Firatê kom bûne. Merasîm bi Henayê destpê kir.
Bi deh hezaran kes ji bajarên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo veşartina cenazeyê şehîd Ziyad Heleb li Kantona Firatê kom bûne. Merasîm bi Henayê destpê kir.
Îro bi deh hezaran kes ji bajarên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo veşartina cenazeyê şehîd Ziyad Heleb, berê xwe dan Kantona Firatê.
Merasîm bi def, zirne û henayê destpê kir.
Hat ragihandin ku gel wê ji morgê cenazeyê şehîd wergire û heya Goristana Şehîd Dîcle bimeşe û li wir şehîd bispêre axê.