Li Kantona Cizîrê dikan nehatin vekirin

Ji bo bîranîna şehîdên berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li Kantona Cizîrê dikan nehatin vekirin. Şêniyên kantonê xwe ji bo xwepêşandanên girseyî amade dikin.

Li bajarên kantona Cizîrê ji bo rêzgirtina li giyanê şehîdên berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û şermezarkirina komkujiyên li dijî sivîlan, hemû dikan hatin girtin. 

Şênyên bajarên Qamîûlo, Dêrik û Girkê Legê  ji şermezarkirina komkujiyên li dijî sivîlan û bêdengiya navneteweyî, amadekariyên lidarxistina xwepêşandanên girseyî dikin

Her wiha şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyan dikin ku cenazeyên şehîdê berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Heleb Ziyad Heleb şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk Malik û Brusk, li mezageha şehîd Dîcle li bajarê Kobanê bispêrin axê.