ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Konvoya QSD'ê û Koalîsyona Navneteweyî gihîşt Dêr Hafirê
Konvoya hevpar a QSD'ê û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ji herêma Meskeneyê derbas bû û gihîşt Dêr Hafirê ku di hedefa êrişan de ye. -
Ji bo şehîdên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Helebê merasîma xiyabî hate kirin
Ji bo şehîd Dilbirîn Qamişlo û Rojbîn Amara ku 10'ê Çileyê li berxwedana Helebê çalakiya fedaî kirin, li Hesekê merasîma cenaze hate lidarxistin. -
Derdora Bendava Tişrînê hate bombekirin
Çeteyên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker derdora bendava Tişrînê bombe dikin. -
Nasnameya şehîdekî berxwedana Helebê hat eşkerekirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya yek ji endamên xwe yê ku di berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de şehîd bibû eşkere kir. -
Bankên Sûriyeyê ji Qeterê tên firotin
Holdînga Estithmar ku navenda wê li Qeterê ye, xwe amade dike ku ji sedî 60’ê Banka Şahba û ji sedî 30’ê Banka Îslamî ya Navneteweyî (SIIB) yên li Sûriyeyê bikire. -
Têkiliya bi taxên Helebê re bi temamî qut bû
Têkiliya bi taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê re bi temamî qut bû ku bûn hedefa çeteyên bi piştgiriya dewleta Tirk. Tê gotin ku çete sivîlan qetil dikin. -
Dêr Hafire û gundên li bakurê Meskeneyê hatin bombekirin
Çeteyên hikumeta veguhêz bi droneyan bombe li gundên Resem El Kirûm, el Keyariya û Resem El Îmam ên Dêr Hafirê barandin. -
Malbatên Şehîdan wêrankirina Şehîdgeha Şêxmeqsûd şermezar kirin
Meclîsên Malbatên Şehîdan ên Til Temir û Girkê Legê bi daxuyaniyan wêrankirina şehîdgeha Şêxmeqsûdê şermezar kirin. -
Senator Lindsey Graham hişyariyeke din da Enqere û Şamê
Senatorê Komarger ê DYE'yî Lindsey Graham careke din hişyarî da Enqere û Şamê ku êrişî Kurdan dikin û careke din got, "Biryareke bi aqil bidin." -
Tom Barrack: Ji bo vegera li hevdîtinên entegrasyonê em dixebitin
Nûnerê Taybet ê DYE'yê yê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack diyar kir ku DYE li Sûriyeyê bi aliyan re di têkiliyeke nêz de ye û hewl didin bikin ku hevdîtinên 'entegrasyonê' ji nûve destpê bikin. -
QSD: Êrişên giran ên li ser Dêr Hafirê ji bo koçberiya bi zorê ye
QSD'ê ragihand ku êrişên çeteyên hikumeta veguhêz a Şamê yên bi tank, top û SÎHA'yan ên li ser Dêr Hafirê, ji bo koçberkirina gel a bi darê zorê ye. -
Çeteyên hikumeta demkî gundên Dêr Hafirê bombebaran dikin
Çeteyên hikumeta demkî yên ku dewleta Tirk a dagirker piştgiriya wan dike 2 gundên Dêr Hafirê topbaran dikin. -
Li Humsê êrîşa çekdarî hat kirin: 2 kes hatin qetilkirin
Li bajarê Humsê 2 ciwan di êrişa çekdarî ya dikana xwe de hatin qetilkirin. -
QSD: Îdiaya ‘sivîl tên astengkirin’ a Şamê ne rast in
QSD’ê diyar kir ku ˋWezareta Parastinêˊ ya hikumeta demkî îdia dike ku hêzên QSDˊê rê nadin ku sivîl ji bajarê Dêr Hafirê derkevin, ev îdiayên wê bi tu awayî ne rast in. -
Şêx Xezal: Divê li dijî êrîşan jiyan û rûmeta Elewiyan were parastin
Şêx Xezal Xezal ku bi Berdevkê Komeleya Gelên di bin Gefê de hevdîtin kir, bal kişand ser êrîşên li ser Elewiyan û daxwaza sîstemeke federal a demokratîk kir. -
Îlham Ehmed: Êrîş metirsiya şerê navxweyî derdixe
Îlham Ehmed, destnîşan kir ku êrîşên leşkerî yên Tirkiyeyê metirsiya şerê navxweyî zêde dike û diyar kir ku Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê rastiyan berovajî dike û Peymana 10’ê Adarê asteng dike. -
Hikumeta demkî kehrebe Dêr Hafir û derdora wê qut kir
Hikumeta demkî ya Sûriyeyê 3 roj in kehrbe li ser bajarê Dêr Hafirê û gundewarê wê qut kiriye. Vê yekê zehmetiyên şêniyan ku rûbirûyî topbaran û êrişên dronan in girantir kiriye. -
Çalakiya li pêşiya Koalîsyona Navneteweyî di roja 5’an de ye
Çalakiya konvedanê û gireva birçîbûnê ya xelkê herêmê li pêşiya Koalîsyona Navneteweyî ya li Qesrikê ya gundewarê Hesekê gundewarê di roja 5ˊan de ye. -
QSD: SIHA’yên Tirk êrîşî Dêr Hafirê dikin
QSDˊê diyar kir ku balafirên bêmirov (Akinci) ên dewleta Tirk a dagirker li asîmanê Dêr Hafirê ne û di 2 rojên borî de 6 caran deverên cuda yên Dêr Hafir û Meskenê bombebaran kirin. -
Erebistana Siûdî, Qeter û Oman hewl didin Trump îkna bikin
Hat ragihandin ku Erebistana Siûdî, Qeter û Oman hewl didin Serokê DYE’yê Donald Trump ji êrîşeke leşkerî ya li ser Îranê dûr bixin û hişyarî dan ku gaveke wisa “wê encamên cidî ji bo herêmê derxe holê”. -
Xelkê Hesekê, Hol û Til Temirê bertek nîşanî komkujiya li Helebê dan
Bi hezaran gelê Hesekê, Hol û Til Temirê sûc û komkujiyên ku çeteyên hikumeta demkî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirine şermezar kirin û bang li civata navneteweyî kir ku bi erkên xwe rabe û sûcdaran ceza bike. -
Xelkê Reqayê: Berxwedana Şêxmeqsûdê veguherî dibistana fedakariyê
Bi sedan şêniyên kantona Reqayê di meşeke girseyî ya ku Meclisa Malbatên Şehîdan li dar xistiye de diyar kir ku Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê veguherî dibistana fedakariyê. -
Şêniyên Meskene: Em dixwazin di nava aştiyê de bijîn
Şêniyên bajarê Meskene yê kantona Tebqayê êrişên çeteyên hikumeta demkî şermezar kirin û daxwaza xwe ya jiyana bi aştî û aramî anîn ser ziman. -
Çeteyan bi drona xwekuj êrîşî Girê Sîryatêl kirin
Çeteyên hikumeta demkî yên dewleta Tirk a dagirker careke din bi droneke xwekuj êrişî Girê Sîryatêl ê derdora Bendava Tişrînê kir. -
Çeteyan bi 2 dronan derdora Tişrînê hedef girtin
Çeteyên hikûmeta demkî bi 2 dronên xwekujî êrîşî gundê Hec Hisên û Girê Sîryatêl ên derdora Bendava Tişrînê kirin.