Şêniyên Meskene: Em dixwazin di nava aştiyê de bijîn

Şêniyên bajarê Meskene yê kantona Tebqayê êrişên çeteyên hikumeta demkî şermezar kirin û daxwaza xwe ya jiyana bi aştî û aramî anîn ser ziman.

Şêniyên bajarê Meskene yê kantona Tebqayê der barê êrişên hikumeta demkî de nêrînên xwe anîn ziman.

Mihemed El Xelîl diyar kir ku ew aştî û ewlehiyê dixwazin û got: “Ez pez xwedî dikim û genim û ceh diçînim. Eger neçar mam koçber bibin, ez ê gelek zehmetiyan bikişînim. Gelek malbat jî di heman rewşê de ne.”

El Xelîl hêvî kir ku şer û koçberî çênebe û wiha domand: "Em hêvî dikin ku ev krîz bê şer an koçberî derbas bibe. Ji ber her derketineke me ya ji malê tê wateya êşan û mayîn jî dê wateya êriş û êş.”

Jina bi navê Meryem El Hemed jî anî ziman ku şêniyên bajêr şer û koçberiyê naxwazin, lê aştiyê tenê dixwazin.

Meryem El Hemed got: "Koçberî êşeke mezin e. Em dixwazin tenê bi aştî û aramî bijîn."

Bajar û gundewarên Dêr Hafirê ku zêdetirî 160 hezar kes lê dijîn bi dronên dewleta Tirk û çekên giran ji aliyê hikumeta demkî ve tê bombebarankirin. Ji duh heya niha ve 7 êriş li dijî binesazî û malên sivîlan hatine kirin. Di encamê de zırarên mezin çêbûne.