Erebistana Siûdî, Qeter û Oman hewl didin Trump îkna bikin

Hat ragihandin ku Erebistana Siûdî, Qeter û Oman hewl didin Serokê DYE’yê Donald Trump ji êrîşeke leşkerî ya li ser Îranê dûr bixin û hişyarî dan ku gaveke wisa “wê encamên cidî ji bo herêmê derxe holê”.

Rayedarekî payebilind ê Siûdî ji AFP re axivî û diyar kir ku her sê welatên Kendavê bi rêveberiya Trump re di nava lezgînî û hewldanên dîplomatîk de ne.

Rayedar anî ziman ku armanca van hewldanan ew e ku “Derfeta ku Îran niyeta xwe ya baş nîşan bide”.

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku têkiliyên dîplomatîk hîn jî berdewam dikin û got, “ji bo xurtkirina rewşa heyî û baweriya ku derketiye holê, têkilî berdewam dikin.”