Tom Barrack: Ji bo vegera li hevdîtinên entegrasyonê em dixebitin

Nûnerê Taybet ê DYE'yê yê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack diyar kir ku DYE li Sûriyeyê bi aliyan re di têkiliyeke nêz de ye û hewl didin bikin ku hevdîtinên 'entegrasyonê' ji nûve destpê bikin.

Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Tom Barrack ku di heman demê de Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê ye li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek da û îdîa kir ku "Ji bo rageşî kêm bibe bi şev û roj" dixebitin.

Barrack got, "Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê li Sûriyeyê bi hemû aliyan re di nava têkiliyeke nêz de ye. Ji bo kêmkirina rageşiyê, ji bo veger li hevdîtinên entegrasyonê ya navbera hikumeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jinûve pêk were, em bi şev û roj dixebitin."