ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Xelkê Kobanê: Du tax li hemberî du dewletan bi ser ketin
Xelkê kantona Firatê diyar kir ku berxwedana şehîd Ziyad û hevrêyên wî li hemberî du dewletan bi ser ketiye û destnîşan kir ku teqez ew ê xeta Ziyadan bigihînin serkeftinê. -
YRA: Êrişa li dijî rojnamevanan hewldana ji bo tarîkirina rastiyê ye
YRA'yê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişloyê daxuyaniyek da û diyar kir ku êrişa li hemberî rojnamevanan hewldana nixumandina rastiyê ye." -
Li Dêr Hafirê çete êrişî malan dikin
Komên çete li Dêr Hafirê êrişê dibin ser qadên sivîlan. -
QSD: Çete li Dêr Hafirê êrişî binesaziya sivîl dikin
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyra kir ku çeteyên ser bi hikumeta veguhêz li Dêr Hafirê êrişê dibin ser binesaziyê. -
Nasnameya 5 şehîdên ku li Helebê çalakiya fedayî kirin, hate eşkerekirin
Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya Denîz Çiya, Hawar Qendîl, Rojbîn Hesekê, Dilbirîn Qamişlo û Feraşîn Efrîn ên ku li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker û HTŞ’ê çalakiya fedayî kirin, eşkere kir. -
Çete bombeyan li gundên li derdora Bendava Tişrînê dibarînin
Çeteyên ser bi Hikumeta Şamê ya Veguhêz bombeyan li gundên Şêx Mehşî û Şêx Hesen dibarînin. -
Gaziyên Jin: Em ê tola şehîdên xwe rakin
Gaziyên jin diyar kirin ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li hember çeteyên hov di pêşengiya Ziyad, Leyla û Denîzan de berxwedaneke bêhempa hate kirin û gotin, "Em ê tola wan şehîdên giranbiha teqez rakin." -
Ji ber êrişan 120 hezar kes ji cih û warê xwe bûn
Ji ber êrişên çeteyên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd herî kêm 120 hezar kes ji cih û warê xwe bûn, zêdeyî 500 kes winda ne. -
Çete bombeyan li derdora Bendava Tişrînê dibarînin
Çeteyên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê ku piştgiriyê ji dewleta Tirk a dagirker dibînin bi droneyan bombe li derdora Bendava Tişrînê barandin. -
Çete bi çekên giran bombeyan li Dêr Hafirê dibarînin
Çeteyên ser bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi çekên giran bombeyan li navenda Dêr Hafirê dibarînin. -
Nûnertiya MSD'ê ya li DYE'yê ji bo kombûna li ber Qesra Spî bang kir
Nûnertiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk a li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji bo şermezarkirina êrişên li Helebê bang kir ku li ber Qesra Spî xwepêşandan bê lidarxistin. -
Dogan Cîhan: Berxwedana li Helebê komkujiya plankirî sekinand
Rojnamevan Dogan Cîhan destnîşan kir ku êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê bi awayekî plankirî û organîzekirî xistin dewrê û diyar kir ku bi saya berxwedana Hêzên Ewlehiya Hundirîn komkujiya plankirî hate sekinandin. -
SÎHA ya dewleta Tirk cara duyemîn bombe li Meskeneyê barand
SÎHA ya bi tîpa 'Bayraktar' a dewleta Tirk careke din bombe li bajarokê Meskene yê Tebqayê barand. -
QSD: Li Dêr Hafirê êrîşên çeteyên hikûmetê hatin têkbirin
QSD’ê ragihand ku êrîşên çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê yên li ser Dêr Hafirê hatin têkbirin. Li Tebqayê nuqteyeke leşkerî bi balafira bêmirov a tîpa “Bayraktar” hate hedefgirtin û di êrîşê de hin şervan birîndar bûn. -
CENTCOM: Em aliyan vedixwînin ser maseya muzakereyê
CENTCOM’ê ragihand ku ew geşedanên li Helebê ji nêz ve dişopînin û got: "Em bang li hemû aktorên peywendîdar dikin ku bi niyetek baş vegerin ser maseya muzakereyê û bi riya diyalogê li çareseriyeke dîplomatîk a mayînde bigerin." -
Derdora Bendava Tişrînê tê topbarankirin
Çeteyên hikûmetademkî ya Sûriyeyê û dewleta Tirk piştgiriyê didin wan careke din derdora Bendava Tişrînê bi çekên giran topbaran dikin. -
Çete êrîşî derdora Bendava Tişrînê dikin
Çeteyên hikûmeta demkî û dewleta Tirk bi dronek xwekuj êrişî gundê Hacî Hesan ê derdora Bendava Tişrînê kir, hemwextî wê bi çekên giran jî derdora bendavê tobparan kirin. -
Îlham Ehmed: Şertê bingehîn ê diyalogê êrîş rawestin
Îlham Ehmed diyar kir ku êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê xeteriyek mezin li ser welat û herêmê çêkir û got Rêveberiya Xweser û hêzên wê bi vebijêrka diyalog û danûstandinê re ye. -
Hêzên Îsraîlê bajarokên Derayê topbaran kirin
Hêzên Îsraîlê derdora bajarokên Abdîn û Koya yên gundewarê rojavayê Derayê topbaran kirin. -
Li Reqa û Tebqayê qedexeya derketina derve ya qismî hat ragihandin
Desteyên Hundirîn ên kantonên Reqa û Tebqayê qedexeya derketina derve ya qismî ragihand. Li her du kantonan qedexe ji saet 10ˊê êvarî heta 6ˊê sibehê ye. -
Li 2 gundên Dêr Hafirê malên sivîlan hedef hatin girtin
Çeteyên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê gundên Resm Kirom û Îmam ên ku li bakur-rojhilatê Dêr Hafirê ne, bi çekên giran û dornên xwekuj bombebaran kirin. -
Zarokê ku di êrîşa li ser nexweşxaneyê de birîndar bûbû, şehîd bû
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku pitika 8 mehî Mihemed Ebdurehman Berekat ku di êrîşên li ser Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecr a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê de birîndar bûbû, şehîd bû. -
Gelê kantona Cizîrê bi yek dengî bang kir: Berxwedan Jiyan e
Li 6 bajarên kantona Cizîrê, bi hemdemî veşartina şehîd Ziyad Heleb û hevalên wî ku li Şehîdgeha Dîcle ya Kobanê hatin oxir kirin, merasîm û çalakiyên bîranîna şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd hatin lidarxistin. -
Şehîd Ziyad Heleb û hevalên wî li Hesekê hatin bibîranîn
Necah Biro di merasîma bîranînê ya li Hesekê ya ji bo şehîd Ziyad Heleb û hevalên wî de axivî û got, "Em radigihînin ku em ji bo anvê wan û rêveberiya wan bidin jiyîn livir in.” -
Çete bi çekên giran û dronan derdora Bendava Tişrînê bombebaran dikin
Çeteyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dikin bi çekên giran Bendava Tişrî û Dêr Hafirê bombebaran dikin.