QSD: Li Dêr Hafirê êrîşên çeteyên hikûmetê hatin têkbirin

QSD’ê ragihand ku êrîşên çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê yên li ser Dêr Hafirê hatin têkbirin. Li Tebqayê nuqteyeke leşkerî bi balafira bêmirov a tîpa “Bayraktar” hate hedefgirtin û di êrîşê de hin şervan birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê şeva Sêşem-Çarşemê ragihand ku hêzên wê hewldana pêşketinê ya çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li eniya gundê Zubeyda li gundewarê başûrê Dêr Hafirê têk bir. Her wiha diyar kir ku êrîşkar piştî hewldana wan têk çû, reviyan.

QSD’ê serê sibê roja Çarşemê ragihand ku droneke Bayraktar a Tirkiyeyê li gundê El Bu'asî li gundewarê Tebqayê êrîşî xaleke wan a leşkerî kiriye, di encamê de çend şervan birîndar bûn.