ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Konvoya ji birîndarên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gihîşt qadên Rêveberiya Xweser
Konvoya ji cenazeyên şehîdan û birîndaran ên piştî agirbesta li Helebê bi rê ket, gihîşt qadên Rêveberiya Xweser û birin nexweşxaneyan. -
Îradeya hevpar a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Tişrîn
Ruhê têkoşînê yê li Berxwedana Tişrînê hate nîşandan, ku ne tenê parastina bendavekê bû, di heman demê de nîşaneya biryardariya parastina paşeroj û îradeya jiyana hevpar a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, îro hîn jî zindî ye. -
Konvoya ji şehîd û birîndaran gihîşt Dêr Hafirê
Bi mutabaqata piştî êrişên li ser taxên Kurdan ên li Helebê, konvoya ji şehîd û birîndaran gihîşt Dêr Hafirê. Konvoyên piştevaniyê yê ji kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji bo pêşwazîkirina wan bi rê ketin. -
Fermandarê Giştî yê QSD'ê: Ji bo veguhestina bi ewle ya gel li hev hate kirin
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî got, bi mutabaqata ku bi rêya navbeynkarên navneteweyî pêk hat, wê şehîd, birîndar, sivîlên asêmayî û şervan bi rengekî ewle ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêne veguhestin. -
YE’yê banga rawestandina êrîşan kir
Yekîtiya Ewropayê piştî êrişên tund ên li ser taxên dorpêçkirî yên Helebê, bang li Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokrtîk (QSD) kir ku bi lez diyaloga siyasî ji nû ve bidin destpêkirin. -
Di êrîşên Helebê de çeteyên DAÎŞ’ê jî cih digrin
Dîmenên ku hatine bidestxistin nîşan didin ku çeteyên DAÎŞ'ê di êrîşên li ser taxên Şêmeqsûd û Eşrefiyê de cih girtine. -
Hêzên Ewlekariyê: Ciwan hatin revandin, wekî endamên hêzên me hatin nîşandan
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Helebê ragihandin ku bi dehan ciwanên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji aliyê çeteyên Hikûmeta Demkî ve hatine revandin. Hêzên Ewlekariyê diyar kir ku hikumeta demkî ji ewlehiya kesên hatin revandin berpirsyar e. -
Li Şêxmeqsûdê agirbesta qismî hat ragihandin
Meclîsa Gel a Şêxmeqsûdê diyar kir ku li taxê agirbesteke qismî hatiye ragihandin û hewldanên ji bo derxistina sivîlên birîndar, jin û zarokan didome. -
Di êrîşên Dêr Hafirê de 3 jê zarok 4 sivîl hatin qetilkirin
Çeteyên hikûmeta Şamê ku êrîşî bajarokê Dêr Hafir ê li rojhilatê Helebê kirin, 3 jê zarok 4 sivîl qetilkirin. -
Barrack banga diyalogê li Şamê kir: Ceza ji bo dayîna şansek bû
Nûnerê Taybet ê DYA’yê li Sûriyeyê Tom Barrack ku bi rayedarên Şamê re li hev civiya, bang li aliyan kir ku li gorî peymanên 10’ê Adarê û 1’ê Nîsana 2025’an vegerin diyalogê û got ku cezayên ku li ser Sûriyeyê ji bo dayîna şanseke hatine rakirin. -
Çalakvanên Helebê şeva xwe li Dêr Hafirê derbas bikin
Şêniyên ku dixwestin xwe bighînin Helebê, li deriyê Dêr Hafirê ji aliyê çeteyên hikumeta demkî ve hatin astengkirin. Şênî dê şeva xwe ya yekem li deriyê Dêr Hafirê derbas bikin. -
QSD: Dewleta Tirk bi êrîşên SÎHA agirbestê binpê dike
Balafireke biçek û bêmirov (SÎHA) a dewleta Tirk a dagirker, mewziyek QSD’ê bombebaran kir. QSD’e ev yek wekî hilkişînek xeternak a berfirehkirina pevçûnan nirxand. -
Dîmena êrîşa li dijî mirovahiyê ya li Helebê
Dîmeneke ji Helebê nîşan dide ku çeteyan tu pîvanên exlaqî û mirovî nas nakin. Çeteyên girêdayî Hikûmeta Demkî û dewleta Tirk, cenazeyê endameke Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Şêxmequsd û Eşrefiyê ku şehîd bûye, ji qata sêyan a avahiyekê diavêjin. -
Hêzên Ewlekariyê: Îdiayên ku hikûmet hêzên me bi otobûsan derdixe ne rast in
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê îdiayên ku ragihandina çeteyên hikumetê dibêjin ew hêzên Şêxmeqsûdê bi otobusan derdixin, derew in, lê di bingehê de sivîl û ciwanên wan revandine xistine basan û bi darê zorê koçber dikin. -
Meclîsa Gel: Ji bo veguhêstina birîndaran di nava hewldaneke mezin de ne
Meclîsa Gel a Taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê diyar kir ku ew ji bo derxistina (veguhêstin) kesên di êrişên hov ên çeteyan de birîndar bûne, di nava hewldaneke mezin de ne. -
‘Yan jiyaneke bi rûmet yan jî mirineke bi rûmet’
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyarkirin ku tevî êrîşên çeteyên Hikûmeta Demkî jî ew ê piştgiriya berxwedana şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bikin û wiha gotin, “Yan jiyaneke bi rûmet yan jî mirineke bi rûmet. -
Êrîşên li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê hatin şermezarkirin
Çalakvan û rêxistinên civaka sivîl li Amûdê, Hesekê û Dêrazorê êrişên çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd şermezar kirin û piştgiriya xwe ji bo berxwedana gel û Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên li wir anîn ziman. -
Koçberên ji Efrînê li ber NY’ê çalakiya ‘edaletê’ kirin: Colanî û DAÎŞ yek e
Koçberên ji Efrînê ku li dijî êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, li Qamişloyê daketin qadan, li ber avahiya NY’ê bi dirûşmeyan bertek nîşanî êrîşan û bêhestiya hêzên navneteweyî nîşan dan. -
Meclîsa Gel a Şêxmeqsud banga lezgîn kir
Meclisa Gel a Şêxmeqsûd bang li tevahiya şêniyên taxê kir ku dakevin kolanan û berê xwe bidin Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir. -
Çeteyan li Efrînê gerînendeyê nexweşxaneyê û dermanfiroşekî qetil kirin
Komên çete yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê û dewleta Tirk li taxa Eşrefiyê ya Helebê, gerînendeyê Nexweşxaneya Şehîd Osman û biraziyê wî yê dermansaz înfaz kirine. -
QSD’ê îdîayên dibêjin hêzên wan êrîşî Helebê kirine, derewand
QSD’ê diyar kir ku îdîayên dibêjin hêzên wan êrîşî Helebê kirine, derew in. -
Bijîşkên Kobanê: Hedefgirtina nexweşxaneyan nayê qebûlkirin
Bijîşkên Kobanê nerazîbûnên xwe nîşanî êrîşên çeteyên cîhadîst ên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê û dewleta Tirk piştgiriyê dide wan ên li ser Nexweşxaneya Xalid Fecirê dan û gotin, divê êdî cîhan û rêxistinên mafê mirovan demildest rabin ser piyan. -
Heyva Sor a ku tê astengkirin, hewl dide xwe bigihîne Şêxmeqsûd
Ekîbên Heyva Sor a Kurd dixwaze xwe bigihîne birîndarên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, lê ji aliyê çeteyan ve tên astengkirin. Hewldana Heyva Sor a Kurd didome. -
Kongra Star: Ji Parîsê heya Şêxmeqsûd komkujî dewam dike
Kongra Star şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anî û berxwedana dîrokî ya li Helebê silav kir. -
Ewlekariya Hundirîn: Îdîayên agirbestê ne rast in, şer didome
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Şêxmeqsûdê îdîayên agirbestê û yên dibêjin hêzên çekdar li Nexweşxaneya Xalid Fecir hene, derewand.