Çeteyan li Efrînê gerînendeyê nexweşxaneyê û dermanfiroşekî qetil kirin

Komên çete yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê û dewleta Tirk li taxa Eşrefiyê ya Helebê, gerînendeyê Nexweşxaneya Şehîd Osman û biraziyê wî yê dermansaz înfaz kirine.

Xebatkarên tenduristiyê yên Herêma Bakur û Rojhilatê Suriyeyê îro têkildarî êrişên komên çete yên li ser taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê, her wiha êrişên ser nexweşxane û sivîlan daxuyaniyek nivîskî weşand. 

Di daxuyaniyê de agahiyek gelekî girîng a ku rastiya çeteyan radixe ber çavan jî hat parvekirin.

Li gorî daxuyaniyê dema komên çeteyan 8’ê Çileyê ketin beşek taxa Eşrefiyê, êrişî Nexweşxaneya Şehîd Osman jî kirin.

Di daxuyaniyê de li ser komkujiya ku çeteyan li nexweşxaneyê pêk aniye ev agahî hatin dayîn: “Di dema serdegirtina endamên artêşa Sûriyeyê ya li ser taxa Eşrefiyê de, gerînendeyê Nexweşxaneya Şehîd Osman, Ednan Osman û biraziyê wî dermansaz Elî Osman ku ji bo parastina wê û xizmetkirina nexweşan li nexweşxaneyê man, hatin înfazkirin. Wana ev nexweşxane bi hewldanên xwe ava kiribû.  Kuştina xebatkarên tenduristiyê wekî sûcekî şer û binpêkirineke giran a Peymanên Cenevreyê ye.”