Di êrîşên Dêr Hafirê de 3 jê zarok 4 sivîl hatin qetilkirin

Çeteyên hikûmeta Şamê ku êrîşî bajarokê Dêr Hafir ê li rojhilatê Helebê kirin, 3 jê zarok 4 sivîl qetilkirin.

Çekdarên hikûmeta Şamê bi dronên xwekuj êrîşî avahiya Berîdê ya Dêr Hafir kirin û li wir tenê zirarên madî çêbûn.

Her wiha, bi dîmenan hate belgekirin ku çeteyên hikûmeta Şamê malên sivîlan li bajarokê Dêr Hafir topbaran kirin. Di encama van êrîşan de 4 welatî şehîd bûn, ji wan 3 ‘ê zarok in.

Navên şehîdan:

Fatîma el-Ehmed (11 salî)

Hemîda Hîlal (13 salî)

Geram Tariq el-Hemed (13 salî)

Ebdul Latîf el-Şêx Husên (65 salî)